ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN 2023-05-02 09:00:09       * Serokê Egîtîm Sena Şaxa Semsûrê Abdullah Demîr diyar kir ku li Semsûrê li 400 dibistanên ku xesar ji erdhejê dîtine perwerdehî dest pê kiriye û got ku desthilat sirf ji bo bibêje "rewşa Semsûrê asayî ye" dibistan vekirine.    * Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn tevî Qeymeqama Cizîrê Nazli Demîr û Kamîl Atak ê endamê JÎTEM'ê li Şirnexê ji bo AKP'ê doza dengan dikin.    * Xelkê Bedlîsê bilêv kir ku namzetê parlementeriyê yê AKP'ê Mûaz Ergezen ku di dema êrişên Efrînê de li ser fuzeyan navê xwe nivîsîbû, dijminê kurdan e û got: "Em ê nehêlin namzetê ku dijminê kurdan bê hilbijartin."   * Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Mehmet Emîn Aktar ê xwe amade dike bîra salên 1990’an bibe Meclisê wiha got: “Heta ku em hêrsa gel nîşan bidin, pêkane ku mîna 7’ê hezîranê encamekê bi dest bixin.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 771'emîn de berdewam bike.    * Hevberdevka Partiya çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk dê li navçeya Bazarcixê tev li hevdîtina gel bibin, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê tev li mitînga Partiya Çepên Kesk a li Kocaeliyê bibe. (11.00-18.00) ZINDÎ   * Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajar û navçeyan berdewam bike. (12.00-21.00)   * Danişîna doza Mehmet Ûytûn ê ji aliyê leşkeran ve di hembêza diya wî de hat kuştin dê li Dadgeha Cizîrê bê lidarxistin. (14.00-16.00)