Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere! 2023-05-02 09:01:06 ŞIRNEX - Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn tevî Qeymeqama Cizîrê Nazli Demîr û Kamîl Atak ê endamê JÎTEM'ê li Şirnexê ji bo AKP'ê doza dengan dikin.    Xebatên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên partiyên siyasî bênavber didomin. Rêveber û saziyên dewletê li Kurdistanê piştî eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk dîtin, ji bo AKP'ê seferber bûne. Beriya namzetên partiyên siyasî yên Şirnexê Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn dadikeve qadê. Walî û hin peywirdarên dewletê li Şirnexê ji bo AKP'ê doza dengan dikin û ji bo dengên xwe bidin AKP'ê gef li keyayên gundan dixwin.    Walî Bîlgîn beriya niha jî çûbû navçeya Basa ya Şirnexê û bi keyayan re civînek li dar xistibû. Walî di civînê de gef li keyayan xwaribû û ji bo AKP'ê doza dengan kiribû. Bilgîn ku bi van xebatan re jî sînordar nema li navçeyên Elkê, Qilêban, Basa, Cizîr, Silopiya û Şirnexê jî bi fermandarên herêmê yên payebilind re hevdîtinan pêk tîne. Walî Bîlgîn ku weke namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê dixebite, li her derî ji bo AKP'ê doza dengan dike.    BI SERCERDEVAN RE XEBATA HILBIJARTINÊ   Walî Bilgîn, li Qilebanê bi sercerdevan Hazim Babat re ku tiliya wî di birîna darên herêmê de heye, hevdîtin pêk anî. Her wiha li bajarokê Gundikêmelê yê girêdayî Şirnexê bi Edîp Yildiz, Sait Sidar û Ahmet Alkiş li navenda Şirnexê jî bi Tahsin Çevîk, li gundê Geçitboyû yê girêdayî Şirnexê bi Abdurrahman Demîr, li bajarokê Tilqebîn yê girêdayî navçeya Silopiya yê şaredar Medenî Tatar û şaredarê berê yê AKP'yî Hasan Tatar, sercerdevanê berê Emcet Tatar û dîsa li gundê Akyildiz ê girêdayî navçeya Silopiyayê bi Mehmet Sarboga, li Cizîrê bi Ahmet Kirmizigul, li navçeya Elkê bi Tahir Adiyaman, li gundê Mutluca yê navçeyê bi Îsmet Oter, Mehmet Emin Ecer, li gundê Elemûn yê girêdayî navçeya Qilêbanê bi Halit Olmez, Halit Edîş û keyayê gund re hevdîtin pêk anîn.    BI KAMÎL ATAK Ê JÎTEMÎ RE SERDANA GUNDAN KIR   Walî Bîlgîn ku bi vê yekê jî nema tevî Qeymeqama û qeyûma Cizîrê Nazli Demîr û sercerdevanê berê û bersûcê JÎTEM'ê Kamil Atak ku di salên 1990'î de li navçeyên Silopiya û Cizîrê tiliya wî di xwîna gelek kesan de heye, gund bi gund digere û ji bo AKP'ê doza dengan dike.