Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî! 2023-05-02 09:17:41 SEMSÛR - Serokê Egîtîm Sena Şaxa Semsûrê Abdullah Demîr diyar kir ku li Semsûrê li 400 dibistanên ku xesar ji erdhejê dîtine perwerdehî dest pê kiriye û got ku desthilat tenê ji bo bibêje "rewşa Semsûrê asayî ye" dibistan vekirine.    Ji bajarên ku herî zêde ji erdhejên navenda wê Mereş bû tesîrê lê kiriye yek jê jî Semsûr e. Li gor hejmarên fermî li Semsûrê zêdetirî 11 hezar mirov di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Di ser erdhejê re nêzî 3 meh derbas bûne, lê hê jî mexdûrên erdhejê di konan de di nava şert û mercên giran de ne. Tevî vê yekê jî, di 24'ê nîsanê de li navenda Semsûrê û navçeyên wê Sergolan, Besnî û Tûtê li dibistanên xesardîtî dest bi perwerdehiyê hat kirin. Serokê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxa Semsûrê Abdullah Demîr îşaret bi xetereyê kir û got ku desthilat tenê ji bo bibêje "rewşa Semsûrê asayî ye" dibistan vekirine.    ‘BEYÎ KU DAXWAZÊN ME BI CIH BÊN DIBÎSTAN VEKIRIN'   Abdullah Demîr da zanîn ku li Semsûrê ji 800 dibistanan 400'ê wan nîvê wan bi giranî û nîvê wan jî xesareke sivik dîtine û got ku wan xwestiye piştî tekûzkirinê divê dibistan bên vekirin, lê bêyî tekûzkirinê dibistan hatine vekirin. Demîr got: "Nûkirina dibistanên ku zirar dîtine bi awayekî sûkî hatin selihandin. Ji ber rewşa tenduristiya xwendekaran em bi fikar in. Ji ber vê yekê me di hevdîtinan de daxwaz kir ku piştî lêkolîneke berfireh a dibistanan û guhertinên pêwîst ji aliyê mîmar û endezyaran ve divê dibistan bên vekirin. Lê bêyî ev daxwaz esas bê girtin, dibistan hatin vekirin.”   SIRF JI BI BIBÊJIN 'REWŞA SEMSÛRÊ ASAYÎ YE'   Demîr destnîşan kir ku desthilat ji bo nîşan bide ku rewşa Semsûrê asayî ye dibistan vekirine û ev tişt anîn ziman: "Weke her carê niha jî desthilat ji bo nîşanî welatên din bide ku ew bi hêz e û tevî erdhejê jî dikarin dersê bidin zarokan û li bajêr rewşeke asayî heye dibistan vekirin. Lê beriya dibistanan, divê pirsgirêkên sereke yên weke derûnî, dabînkirina parastinê û pêdiviyên jiyanî yên zarokan bên çareserkirin. Ji ber wê jî ji aliyê malbat, xwendekar û mamosteyan ve pirsgirêkên mezin hene."   PIRSGIRÊKÊN DIBISTANAN   Demîr anî ziman ku di dema vekirina dibistanan de pirsgirêka pêdiviya parastinê ya mamosteyan nehatiye çareserkirin û got ku çendî Mdiûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr gotiye wan ji bo mamosteyan 400 konteynir amade kirine, lê hê jî pirsgirêka mamosteyan a ji bo konteyniran nehatiye çareserkirin. Demîr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek xwendekar koçî parêzgehên din kirin û dibistanên ku nifûsa wan 500 xwendekar bûn, niha ew hejmar daketiye 250 xwendekaran û ev hejmar li lîseyan daketiye ji sedî 15'an. Lê tevî vê yekê rayedarên dewletê di daxuyaniyên xwe yên çapameniye de weke ku rewşeke asayî li bajêr heye, dibistan vekirin. Lê tiştekî wiha tune ye. Gelek hevalên me yên dersê didin zarokan, di heman demê mexdûrên erdhejê ne. Hin dibistanên ku niha hatine vekirin, perwerdeya normal didin, ango saetek betlaneya nîvroyê heye, ango dema xwarinê heye, lê li Semsûrê hawirdoreke ku pêwîstiyên xwarinê yên xwendekaran peyda bike tune ye. Yanî heta ku ev pirsgirêk hebin em nafikirin ku perwerde û hîndekarî bi awayekî saxlem berdewam bike. Ji bo vê jî em ji rayedaran daxwaz dikin ku çareseriyên mayînde bibînin."   PIŞTGIRIYA DI WARÊ DERÛNÎ DE   Demîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê ji bo mamoste û xwendekaran piştgiriya tedawiya derûniyê bê dayîn û wiha got: "Xwendekarên ku asta 8'an û ya 12'an dixwînin wê îsal bikevin ezmûnê, lê ew zarok ev 3 meh in ku nikarin bikevin dersan. Ji ber vê yekê jî nikarin bi xwendekarên bajarên din ve bikevin heman ezmûne û ji bo wê jî divê ji bo wan hin îmtiyaz hebin. Her wiha gelek xwendekar û mamosteyan hevalên xwe, malbat, xizm û nasên xwe winda kirine. Lewma ji bo van mamoste û xwendekaran piştgiriya derûnî divê."    MA / Mahmût Altintaş