Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin 2023-05-02 09:18:12   MÊRDÎN - Li 9 gundên bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat ragihandin.    Li 9 gundên bi ser navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ve bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat ragihandin. Walîtiyê Mêrdînê bi daxuyaniyek nivîskî qedexeyê ragihandin û da zanîn ku li gundê Mişawilê, Fiskînê, Berhokê, Arpali, Bahmînin, Efşê, Şekîn, Yol û Geliyêsora ji saeta 04.00’an şûn ve qedexe dest pê kiriye.