Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome 2023-05-02 10:19:38   MÊRDÎN - Li 9 gundên li Çiyayê Bagokê qedexeya derketina derve ku vê sibehê hatibû ragihandin, hat rakirin. Lê tevgera leşkerî didome.    Li 9 gundên bi ser navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ve bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat ragihandin. Walîtiyê Mêrdînê bi daxuyaniyek nivîskî qedexeyê ragihandin û da zanîn ku li gundê Mişawilê, Fiskînê, Berhokê, Qudbê, Bahmînin, Efşê, Şekrîn, Sêderî û Geliyêsora ji saeta 04.00’an şûn ve qedexe dest pê kiribû. Walîtiyê daxuyaniyek din belav kir û ragihand ku saet ji 09.30’an şûn ve qedexe hatiye rakirin.    Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku li hin deveran tevgera leşkerî ya hewayî û bejahî didome.