Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin 2023-05-02 11:03:04 STENBOL - Komek nijadperest êrişî wesayîta anonsa hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk kirin û endamê partiyê Kamûran Guneş birîndar kirin. Polîs li şûna ku êrişkaran bike binçavan, Guneş kir binçavan.    Li navçeya Arnavûtkoyê ya Stenbolê duh di saetên nîvro de grûbek nijadperest êrişî wesayîta anansa hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk kir. Êriş li taxa Îslambey pêk hat û di êrişê de şofêrê wesayîtê Kamûran Guneş ê endamê partiyê birîndar bû. Hat zanîn ku bi tevir û bêran li Guneş xistine. Êrişkar ji cihê bûyerê reviyan. Guneş ê birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Arnavûtkoyê.    RAPORA LÊDANÊ NEDANÊ    Piştî bûyer hat bihîstin Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Navçeya Arnavûtkoyê Yavûz Kahraman û şandeya pê re çûn nexweşxaneyê. Xebatkarê nexweşxaneyê gotin kesek bi navê Kamûran Guneş neanîne nexweşxaneyê. Li ser israra şandeyê rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku polîsan Guneş ji nexweşxaneyê derxistiye û birine qereqolê. Guneş bi awayek birîndar li qereqolê hatiye ragirtin û hat zanîn ku nexweşxaneyê rapora lêdanê nedanê. Tê payîn ku piştî karûbarên li emniyete Guneş bibin Edliyeya Gazîosmanpaşayê.