Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin 2023-05-02 12:06:51 MEREŞ - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li Bazarcixê bangî mexdûrên erdhejê kir û wiha got: “Dema hejmartina dengan bi dawî bû, em ê mezintirîn govenda xwe bigerînin.” Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî got ku nehevhelalkirin lê hesabpirsîn heye.    Partiya Çepên Kesk li navçeya Bazarcix a Mereşê hevdîtina bi gel re li dar xistin. Hevdîtin li pêşiya konteynira ku weke avahiya Partiya Çepên Kesk a Bazarcixê tê bikaranîn hate lidarxistin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, namzetên parlamenteriyê yên Mereşê Huseyîn Eroglû, Ayşegul Demîroglû û gelek welatî tev li hevdîtinê bûn.    Beriya hevdîtinê, welatiyan di ketina navçeya Narli ya Mereşê konvoyek çêkir û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û şandeya pê re pêşwazî kir. Şande bi govend û stranan hate pêşwazîkirin û piştre jî bi konvoyê derbasî navçeya Bazarcixê bûn.    Şande li qada konteynirê bi alayên Partiya Çepên Kesk û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin.    PARTIYA JINAN   Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Eroglû di hevdîtinê de axivî û got ku dê di 15’ê gulanê de xweşiktirîn cejnê pêşwazî bikin. Ji namzetan Ayşegul Demîroglû jî bal kişand ser polîtîkaya necezakirinê ya li dijî komkujiyên jinan. Demîroglû, got ku dê ev polîtîkaya necezakirinê bi ciwanan biguhere û ev tişt anî ziman: “Banga me ji bo gel ew e ku di 14’ê Gulanê de biçe ser sindoqan. Partiya Çepên Kesk, partiya jin û ciwanan e.”    ‘HEVHELALKIRIN TUNE YE’   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî bi kurdî axivî û ev tişt anî ziman: “Ya ku mirovan dikuje ne erdhej lê xemsarî û zîhniyeta faşîst e. Ewqas mirovên me mirin. Sedema vê jî îktîdara AKP’ê ya 21 salî ye. Hevhelalkirina bi wan re tune ye, hesabpirsîn heye. Li Mereş, Semsûr û Dîlokê hevhelalkirinê dixwazin. Lê ev yek mimkin nîne. Em li dijî zîhniyetekê têdikoşin. Em bi feraseteke sedsalî û rejîma AKP’ê ya 21 salî re rû bi rû ne.”    ‘CIHÊ KU EM BI KUJERAN RE BÊN BER RÛYÊ HEV SINDOQ IN’    Ozturk, da zanîn ku hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartinên jirêzê nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li dijî rejîma yekzilamî dikevin hilbijartinê. Lewma jî 14’ê Gulanê rojeke dîrokî ye. Cihê ku em bi van kujeran re rû bi rû dimînin sindoq in. Divê em tevahiya sindoqan bikin gora zîhniyeta wan. Ji bo ku êdî ji wir dernekevin, ji bo ku êdî gelên me bi van ferasetan re careke din rû bi rû nemînin, 14’ê Gulanê rojeke girîng e. 14’ê Gulanê ne tenê roja hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ye. Em weke Partiya Çepên Kesk dikevin hilbijartinê û tifaqa me diyar e. Tifaqa me ya Ked û Azadiyê diyar e. Em ji bilî vê bi tu kesî re nakevin hilbijartinê. Hinek kes dibêjin ‘jixwe piştgiriyê didin me’ lê ev rast nîne. Ji bo têkbirina vî dîktatorî, vî zalimî em bi navê Ked û Azadiyê dê di hilbijartina serokkomariyê de piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglû û di yên giştî de jî bidin Partiya Çepên Kesk. Em rêya sêyemîn in. Em Partiya Çepên Kesk in têkoşîna aştiya birûmet dide. Ji bo ku Partiya Çepên Kesk bibandor be, divê em 100 parlamenteran derxînin.”   ‘TENÊ ÎKTÎDAR ÊŞÊ NA JÎ’   Piştî Ozturk, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, bi lêv kir ku li dijî îktîdara ku di erdhejên 6’ê Sibatê de mirin hêjayî xelkê Bazarcixê dîtî îradeya gel derketiye holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê ev îktîdare êşa derketiye holê na jî. Berdevkên rejîma yekzilamî daxuyaniyan didin û dibêjin; ‘dê heta cejnê tenê yek kavil li erdê nemîne.’ Lê em dibînin ku hêj jî kavil li holê ne. Aqilek li holê heye ku ji roja destpêkê heta niha li ser maseyê OHAL’ê radigihîne. Lê me kesên ji roja destpêkê ya erdhejê heta niha li cem gelê me cih girtî jî dîtin. Weke Partiya Çepên Kesk, ji bo avakirina jiyana nû em ji roja ewil heta niha li vir in. Qeyûm li Navenda Koordînasyona HDP’ê tayîn kirin. Tayînkirina qeyûman li piştevaniyê tenê di zîhniyeta AKP’ê de heye. Her karê me yê piştevaniyê, AKP teşhîr dikir ku tu xebatan nake. Lewma dest danîn ser alîkariyên me. Bi rojan piştî erdhejê, ji xelkê me yê Semsûrê hevhelalkirin xwestin. Me neda û nadin jî.”    ‘JI ÎRADEYA ME DITIRSIN’   Uçar,  axaftina xwe wiha domand: “Ji roja ewil ve Şaredariya Silopiyayê qet ji vir kêm nebû. Em ê li dijî rejîma qeyûman hîn xurtir derkevin. Ez spasiya we dikim ku we jiyana nû ava kiriye. Ev îrade dê hilbijartinan bi wan bide windakirin. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Berdevkên rejîma yekzilamî hilbijartinê bi xwe weke darbeyê dinirxînin. Niha çûna ser sindoqan û dayîna dengan mafê me yê herî xwezayî ye. Ey îktîdar, ya ku ev hilbijartin diyar kirî û her tiştî di destê xwe de digire ma ne tu yî? Ma tu ji çi ditirsî. Lê rast e, ji îradeya me ditirsin. Di demeke ku mirov birçî de, dibêjin ku ÎHA û SÎHA’yan hildiberînin. Vê jiyanê hêjayî me dibînin. Lê em ê bi ser kevin. Vê îktîdarê soz dan hemû derdorên li dijî civakê. Lewma dixwazin bi ser kevin. Lê me jî bi we re soz da. Em li vir in û dê bi ciwanan re, bi jinan re, bi we re biguherînin. Mimkin e ku em bi gelan, jinan û kedkaran Tirkiyeke wekhev ava bikin.    EM Ê XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN   Girîng e ku Tirkiye were demokratîkkirin. Ji bilî hejmara parlamenteran, me ragihand bê ka dê çi bikin. Ev beyan, navê têkoşîna me ya ku me heta îro anî ye. Mimkin e ku em Tirkiyeke hemû gel, jin, kedkar, karker û hemû derdor tê de bi awayeke azad û wekhev dijîn ava bikin. Em dixwazin vê bi we re ava bikin. Di hilbijartinan de navnîşana me Partiya Çepên Kesk e. Navnîşana me, dara me ye. Bihêzbûna li parlamentoyê tê wateya bihêzbûna her yek ji me. Em ê dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin. Dema hejmartina dengan bi dawî bû, em ê mezintirîn govenda xwe bigerînin. Gelo hûn jî ji bo gerandina vê govendê amade ne?    DENGÊN ME JI BO ÇEPÊN KESK E   Jinên hêja, jinên ciwan, kedeke we ya mezin tê de heye ku têkoşîna me gihiştiye vê astê. Me got pergala hevserokatiyê. Îktîdara heyî çiqas polîtîkayên li dijî jinan meşandibin, me jî ji kolanan heta meclisê ewqas bêhtir li cem jinan cih girt. Me got ku heke jin bi ser kevin dê civak jî bi ser keve û eynî wisa jî bû. Di vê erdhejê de berpirsyartiya herî mezin jinan li xwe girt. Me bi jinan re jiyan jinûve ava kir. Li hemberî polÎtîkayên dijminatiya jinan me tu carî qad vala nehiştin û me bi hev re îktîdara AKP’ê da paş ve. Heta ku me anî astekî wisa ku di hilbijartina serokkomariyê de neçar ma ku tifaqa xwe berfirehtir bike. Tifaqek dijminê kurdan e, tifaqek dijminê jinan e. Ev yek nîşan dide ku li ber windakirina îktîdarê ne. Wê demê ji bo têkoşîna me ya heta niha bi ser keve, divê em biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Rêya me tevan vekirî be.”    Piştî axaftinan, Uçar û xelkê Bazarcixê govend gerandin. Piştre jî şandeya ku Ozturk û Uçar jî di nav de derbasî navçeya Elbistan a Mereşê bû.