Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev 2023-05-02 15:04:45 AMED - Bi pêşengtiya Cemaeta Êzidî ya Ewropayê li Amedê gelek kesayetên ji baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev û têkildarî pirsgirêkên ji ber feraseta yekperest derdikevin axivîn.    Cemaeta Êzidî ya Ewropayê li baxçeyê Dêra Surp Gîragos a Ermenan a li navçeya Sûr a Amedê, bi nûnerên baweriyên cuda re hate ba hev. Di hevdîtinê de taştê hate dayîn û derdoran hev nas kirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Azad Bariş û Mehmet Kamaç, ji Weqfa Çandê ya Êzidiyan Eyûp Burç, Keşeyê Ruhanî yê Dêra Kirklar a Mêrdînê Gabrîel Akyuz, Serokê Weqfa Dêra Katolîk a Keldananan a Amedê Yûsûf Karadayi, Serokê Weqfa Surp Gîragos a Ermenan Ergun Ayik, Pastorê Dêra Protestan a Amedê Ahmet Guvener, Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Seyda Emîn Ay û endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Dîn tev li hevdîtinê bûn.    'PÊDIVÎ BI SIFREYÊN WIHA HEYE’   Di hevdîtinê de Serokê Weqfa Surp Gîragos a Ermenan Ergun Ayik axivî. Ayik, bal kişand ser girîngiya hatine ba hev a li ser heman sifreyê ya baweriyên cuda û wiha got: “Silav ji bo wê têkoşîna demokratîk ku ev yek pêk anî. Hêvdîdarim hevdîtinên bi vî rengî bidomin. Pêdiviya welêt bi sifreyên wiha heye. Hêvîdarim ev hilbijartin bibin wesîle ku hemû kes bi awayekî azad bijî û li ser sifreyên bi vî rengî bên ba hev.”    Keşeyê Ruhanî yê Dêra Kirklar ê Mêrdînê Gabrîel Akyuz jî diaya xwarinê bi suryankî xwend.    WÊRANIYA KU FERASETA ‘YEKPEREST’ BI XWE RE ANÎ   Piştî xwendina duayê, namzetê parlamenterê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê yê êzidî Azad Bariş axivî. Bariş, da zanîn ku feraseta “yek milet, yek dewlet, ye ol” a di sedsala ewil a komarê de hatiye meşandin, di nava civak, gel û baweriyên qedîm ên vê erdnîgariyê de rê li ber wêraniyeke mezin vekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rê li ber mexdûriyetên mezin vekir. Dema em ji her derî re derbas dibin, kevirê şemûgê maç dikin û wisa derbas dibin. Lewma ez ê hemû keviran maç bikim û wisa xwe bigihînim we. Bizanin ku ez ermen im, ez suryan im, ez elewî me, ez êzidî me, ez misilman im, ez keldan im. Ez dixwazim bibim nûnerê neteweyên ku li vir kêm hatine hiştin.”   Bi domdarî Bariş anî ziman ku di Peymana Lozanê de hinek pêşketinên ku hinek cemaetan digire nava xwe hebûn lê ew sozên ji bo wan cemaetan hatin dayîn nehatin cîbicîkirin. Bariş, wiha pê de çû: “Ji bo ku ev bên cîbicîkirin û ji bo di Destûra Bingehîn de bên misogerkirin, em ê xebatên kolektîf bimeşînin. Heke kesên baweriya wan bi yekitiya gelan tê, demokrat û kurd bi awayekî xurt di parlamenteyê de cih bigirin, em di wê baweriyê de ne ku dê ev pergal were guherandin. Di serî de êzidî, ez ê mafê hemû gelan li meclisê biparêzim. Ji bo ku Fermana 73’yan a di sala 2014’an de li Şengalê hatiye kirin weke ‘jenosîd’ were qebûlkirin, em ê bi awayekî xurt bikevin meclisê. Di demên berê de ji Seyfo bigire heta karesatên din ên mezin, heta ku bi temamiya van re hevrûbûn çênebe em nikarin qala komareke nû bikin. Ez dixwazim hûn bizanin ku ji bo avakirina nû, ez ê bibim nûnerê we.”    'OL, JI BO CIVAKAN NÊZÎ HEV BIKIN HENE’   Keşeyê Ruhanî yê Dêra Kirklar a Mêrdînê Gabrîel Akyuz jî destnîşan kir ku divê kar û barên ol û dewletê ji hev cuda bin û ev nirxandin kir: “Hewceye ol neyê sûîstîmalkirin. Ol, ji bo civakan nêzî hev bikin hene. Di ol de her tim başî û rastî heye.”    Serokê 2’yemîn ê Weqfa Ermenan Caffur Ohanya jî bal kişand ser dewlemendiya baweriyên cuda bi xwe re anîne û ev tişt anî ziman: “Ne tenê li Amedê, divê li tevahiya Tirkiyeyê sifreyên ku temamiya baweriyan li ser hev dicivin bên danîn. Hêviya min ev e.”    'CIHÊKARÎ LI ELEWIYAN HATE KIRIN’   Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal û Serokê Cemxaneyê yê Amedê Aydin Atli jî diyar kir ku elewî jî ji wan civakan e ku her tim rastî cihêkariyê hatine. Atli, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên berê de me dikariya bi hev re bin û li ser heman sifreyê rûnin. Lê mixabin zîhniyeta siyasî û yekperest em ji hev cuda kirin. Diyarkirina nasnameya olî ya siyasetmedarekî binpêkirina maf e. Em pênaseya ‘cins’ a ku serokkomar ji bo me elewiyan bi kar tîne bi tu awayî qebûl nakin. Em li dijî vê gotinê ne. Hêvîdarim ku piştî 14’ê Gulanê em gavê biavêjin komara demokratîk.”    'TU BAWERÎ BI SER BAWERIYA DIN RE NÎNE’   Hevserokê DÎK’ê Emîn Ay jî di hevdîtinê de wiha got: “Tu bawerî, bi ser baweriyeke din re nîne. Tu ol, biçûkdîtina oleke din qebûl nake. Ji bûyîna mirovahiyê heta niha bawerî hene. Em bi tunehesibandinê re rû bi rû ne. Hêvdîdarim ku piştî hilbijartinê mecliseke ku zîhniyeta yekperest bi dawî dibe û hemû kes dikare xwe bi awayekî azad îfade dike were avakirin.”    Pastorê Dêra Protestan Ahmet Guvener jî anî ziman ku di tevahiya dîrokê de gundên êzidî û elewiyan hatine valakirin û wiha derbirî: “Ji ber gotinên nefretê, ji ber navên xwe, zarokên min êş kişandin. Divê em êdî gotinên xwe biguherînin. Cihêkariya li baweriyan tên kirin nayê qebûlkirin.”    'EM Ê BI RENGÊN XWE LI MECLISÊ BIN’   Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç jî da zanîn ku dê bi hemû rengên xwe li meclisê bin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê em hemû nirxên xwe biparêzin. Zimanê me yê hevpar jî biratî û aştî ye. Em ê bi hemû reng û dengên xwe li meclisê bin. Ev sifreye dê li vê xakê bibe destpêkeke nû.”