Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan 2023-05-02 16:05:33 STENBOL - Di serdegirtinên malan ên navenda wan Stenbol û li 6 bajaran hate kirin de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê 39 kesan de lêpirsînek da destpêkirin û biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li navçeyên Başakşehîr, Esenyûrt, Arnavûtkoy û Kuçukçekmeceyê di nav de li 15 navçe û 6 bajaran avêt ser gelek malan. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî. Di serdegirtina malan de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan.  Rêveber û endamên Partiya Demokratîk Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk jî di nav de herî kêm 32 kes bi îdiya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.     Navên hin binçavkiriyan wiha ne: Devîn Doga Ayaz, Hulya Îlyas, Serkan Şengûl, Eylem Taşdemîr, Mustafa Şîşman, Serhat Tokuş, Arafat Emekçîlerî, Tufan Emekçîlerî, Erkan Ozmen, Cevdet Bîçer, Yunus Aslan, Berfîn Koçak, Hêvîdar Ozdemîr, Omer Gulsul, Mervan Beyret, Adem Ozgen, Onûr Îlbars. Polîsan her 32 kes birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.   Hat zanîn ku biryara sînordarkirinê ya 24 saetan danîne ser hevdîtina parêzeran a li gel miwekîlên xwe. Her wiha hat diyarkirin ku biryara veşarî li ser dosyeyê ye.