Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk 2023-05-02 18:00:32 SEMSÛR/MELETÎ - Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Meletiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bênavber dixebite. Partî rastî eleqeyeke mezin tê.     Partiya Çepên Kesk li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê didomîne. Di çarçoveya xebatan de Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Meletiyê bi namzetên xwe yên parlamenteriyê yên bajêr li gund û navçeyan serdana dikandaran û welatiyan kir.    Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi namzetên xwe yên parlamenteriyê yên bajêr Ali Kenanoglû,  Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Ceritlî li navçeya Bêhiştiyê serdana dikandaran kir û guh li pirsgirêkên welatiyan kir. Şande li navçeyê ji aliyê gel û esnafan ve bi çoş û çepikan hat pêşwazîkirin.    Şande li navçeyê belavok belavkirin û guh li gel kir. Şêniyên Bêhiştiyê ku bandor ji erdhejê girtine, gotin ku divê hesabê erdhejê ji desthilatê bê pirsîn.    Her wiha namzetê parlamenteriyê Alî Kenanoglû li ber avahiya şaredariyê ku ji erdhêjê bandor girtibû axivî. Kenanoglû bi lêv kir ku saziyên dewletê jî ji erdhejê bandor girtine û got ku berpirsê kontrolkirina avahiyên dewletê desthilat e û dewlet ji di erdhejê de di bin kavilan de maye.    MELETÎ   Namzetên parlamenteriyê ên Partiya Çepên Kesk li Meletiyê jî serdana navçeya Arende, Yazihan, Batalgazî û Çirmikê kirin.    Namzeta parlamenteriyê Perîhan Yucekaya li navçeya Arende û gundên wê serdana dikandaran û welatiyan kir û guh li pirsgirêk û daxwazên welatiyan kir. Şande li navçe û gundan belavok belavkirin û bi gel re hevdîtin pêk anîn. Her wiha li gundan zarokan alayên Partiya Çepên Kesk li ba kirin û dîmênên rengîn derketin holê.    Namzeta Parlamenteriyê Perîhan Yucekaya jî got ku heke ew biçe meclisê wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan bixebite.    Li navçeya Yazihanê jî şande bi endam û rêveberên partiyê ve serdana dikandaran û welatiyan kir û belavok belav kirin. Şandeya ku ji namzetên parlamenteriyê Tulay Şakar û Yusuf Bozkûş pêkhatî serdana dikandar û welatiyên navçeya Batalgaziyê kir û li wir jî guh li welatiyan hat kirin. Welatiyan bal kişand ser erdhejê û îşaret bi kêmasiyên dewletê kirin. Her wiha şande li navçeyê belavok belavkirin û ji aliyê gel vê jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.    Namzetên Parlamenteriyê Gaffar Bayram û Rozerin Ercan jî li navçeya Çirmikê serdana dikandaran û welatiyan kirin û guh li pirsgirêkên welatiyan kirin. Namzetan li navçeyê belavok belav kirin.