Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin 2023-05-02 19:44:40   STENBOL – Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir ku nîqaşên navendên siyasî yên der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nîqaşine spekulatîf in û xwest ku demildest hevdîtin bê kirin.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 meh in tu xeber jê nayê girtin û nîqaşên der barê wî de ku ev demeke tên kirin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Buroya Hiqûqê ya Asrinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê ji bo gelên Tirkiyeyê gelekî girîng in û têkildarî hilbijartinan got: Hêviya me ew e ku ev hilbijartin li teref siberojeke demokratîk û aştiyê bi encam bibin."    Buroya Hiqûqê ya Asrinê destnîşan kir ku ber bi hilbijartinê ve hin alî ji bo dengan serî li manîpulasyonên mezin didin û wiha got: "Birêz Ocalan di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin û 25 meh in em tu xeberê jê nagirin. Lê tevî vê yekê jî, hin derdor rewşa birêz Ocalan dikin mijareke dezenformasyonê. Ji ber vê, em parêzerên wî neçar man ku têkildarî vê hin xalan belav bikin."    Buroya Hiqûqê ya Asrinê di xalên belav kirin de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û xebernegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û redkirina serlêdanên parêzeran û malbatê.    Buroyê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku Girtîgeha Îmraliyê ji roja hatiye avakirin heya niha armanca wê di warê ruhî û laşî de rizandina girtiyan e û got ku lewma nayê qebûlkirin ku Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê bi awayekî magazînî bê nîqaşkirin.    Buroyê di daxuyaniyê de îşaret bi nîqaşên tên kirin kir û got: "Em dixwazin careke din destnîşan bikin; em ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu xeberê ji Ocalan nagirin. Tevî hemû serlêdanên parêzeran û malbatê jî em tu xeberê ji Ocalan û her sê muwekîlên xwe yên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de nagirin. Ev yek fikaran li me û raya giştî peyda dike.    Di pêvajoya hilbijartinê de navendên siyasî, di ser Ocalan re ketine pêşbaziya propagandayê. Em ji tevahiya civakê re dibêjin ku şert û mercên tecrîda girnakirî didomin û ev nîqaş bêyî haya Ocalan jê hebe tên kirin. Ya ku divê bê kirin ew e ku demildest Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Hiqûq û feraseta etîk vê yekê ferz dike. Di van şert û mercan de ku derfetên xweîfadekirinê yên Ocalan tune ne, em wiha difikirin ku paşguhkirina tecrîdê an jî nîqaşên spekulatîf ne rast in. Em yeqîn dikin ku dê her kes vê hesasiyetê esas bigire û li gor vê tevbigere."