Li Îdirê kelecana hilbijartinê 2023-05-02 22:58:59   ÎDIR - Namzeta Parlementeriyê ya Îdirê Aysel Aras ku di şahiyê de axivî destnîşan kir ku sedema êrişan nasnameya wan a kurdbûnê ye û got ku ew ê hesabê hemû neheqiyan bipirsin.   Partiya Çepên Kesk, bi tevlibûna namzetên parlementeriyê yên Îdîrê Aysel Aras û Yilmaz Hûn li gundê Alût a Îdirê şahiyek li dar xist. Gundiyan eleqeyeke mezin nîşan da û bi coşeke mezin namzet pêşwazî kirin. Namzet û gundiyan bi hev re govend gerandin û alayên Partiya Çepên Kesk hejandin. Her wiha jin û ciwanan bi hev re dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    PEYAMA HEVŞAREDARÊ ÎDIRÊ YÊ GIRTÎ   Di şahiyê de peyama Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ku piştî qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin hatibû girtin, hat xwendin. Peyam ji hêla Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Îdirê Mehmet Sekman ve hat xwendin. Peyama Akkûş wiha ye: “Gelê gundê Alûtê ku ez gelek serbilind im ku ez ji vî gundî me, we hemûyan bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Ez bi bawer im ku hûn ê ji bo hêviyê, aştiyê, azadiyê û ya herî girîng avakirina  jiyaneke mirovahî weke her car piştgiriya partiya xwe û namzetên xwe bikin. Di 15’yê gulanê de em ê dîsa di govendan de bigihijin hev. Gundê Alûtê dê bi Partiya Çepên Kesk re dîrokekê binivisîne. Ez ji we bawer dikim û gelek ji we hez dikim. Bi bawerî, hezkirin û hêviyê re bimînin. Serkeftin.”   ‘SUCÊ ME KURDBÛNA ME YE’   Piştî peyama hevşaredar Akkûş, namzet Aysel Aras axivî û destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a ji bo girtiyên azadiyê bidome. Arasê diyar kir ku sûcê wan yê ku dibe sedema êrişan, kurdbûna wan e û ev tişt gotin: “Em niha cezayê kurdbûna xwe dikişînin. Lê em ê van cezayan li wan jî bidin kêşandin. Em ê bibînin ka li ber deriyê girtîgehan rawestan û mexdûr kirina malbatan çiye. Em ê hesabê van tiştan tevan bipirsin. Ji ber ku ev pergale tu caran bi wijdan nebûye û nabe jî. Heke em van bi hev re têk nebin, ew ê heman tiştan berdewam bikin. Em ê xwedî li hemû dengên xwe û nasnameya xwe derbikevin. Em êdî nahêlin kesên weke Yaşar Akkûş bikevin zîndanan. Hevalên jin û ciwan, ev tekoşîne gelekî mezin e. Ji bo pêşeroja zarokên xwe destê xwe danin ser wijdana xwe û wisa dengên xwe bidin. Em ê bi hev re wan sidoqan biteqînin û hemû girtiyên siyasî wê demekî gelek nêz de bi me re bin. Her wiha kesên li xerîbiyê ne jî dê vegerin nava me. Jin, jiyan, azadî.”   Piştre namzet Yilmaz Hûn jî axivî û bal kişand ser êrişên li destkeftiyên kurdan tên kirin û got ku ew ê di 14’ê Gulanê de vê rejîma faşîst li ser sindoqan têk bibin.   Şahî, piştî axaftinan bi dawî bû.