Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in 2023-05-03 09:01:27 SEMSÛR - Tevî ku bi ser erdhejê re nezî 3 meh derbas bûne jî mexdûrên erdhejê hê di konbajaran de dijîn û li benda konteyneran in. Mexdûrên erdhejê ku li navenda Semsûrê di konbajaran de dimînin diyar kirin ku konên wan dema baran dibare di nav avê de dimîne û daxwaza konteyneran kirin.   Erdhejên ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn, tesîrek dijwar li ser bajarê Semsûrê kir. Nîviyê bajêr hilweşiya ye û li gor daneyên fermî zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Lê li li gorî ku mexdûrên erdhejê dibêjin, li Semsûrê hejmara miriyan hê zêdetir e. Li Semsûrê piştî erdhejê demeke çend rojan mudaxile nehatibû kirin û mexdûr bi rojan tevî sir û seqemê li derva man niha jî ji ber ku hê pêdiviya konteyneran ên mexdûrên erdhejê nehatine bicihanîn. 3 meh in mexdûrên erdhejê di konbajaran de di nava şert û mercên dijwar de dijîn.   Li navenda Semsûrê mexdûrên erdhejê ku di konbajaran de dimîn anîn ziman ku dema baran dibarê konên wan di nav avê de dimîne û di konbajaran de şert û mercên paqîj tune ne, ji ber wê jî daxwaza wan konteyner in.   'ZAROK NEXWEŞ DIBINÊ'   Mexdûrê erdhejê Mehmet Murat Guler ku di kon de dimîne bi lêv kir ku êdî kon nikarin pêdiviya wan a parastinê bikin û got: "Pêdiviya zarokan a xwarina fêkiyan, şîr û şert û mercên paqîj heye lê di konan de nikarin wan pediviyên xwe dabîn bikin. Zarok hem ji ber sermayê, hem jî ji ber ku pêdiviya wan a xwarinê nayê dabînkirin nexweş dikevin. Her wiha dema baran dibare jî konên me di nav avê de dimînin, mirov bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dikine lê ew jî têr nake."   Mehmet Murat Guler   Guler da zanîn ku daxwaza wan ji bo demekê kin konteyner e û wiha got: "Divê xaniyên mayinde bên çêkirin, konteyner jî ji bo demekê dirêj pirsgirêk e lê ji bo demeke kin divê konteyner bidin me. Em dixwazin hemû pirsgirêkên me werin çareserkirin û ev çareserî mayînde be.”    'EM BIMIRIYANA VÊ BAŞTIR BÛ'   Mexdûra erdhejê Fîdan Asnûk jî anî ziman ku xaniyê wan di erdhejê de hilweşiyaye û wiha got: "Me bi zorê xwe xelas kir. Lê 10 rojan em di kolanan de bûn, ne kon ne alîkarî tiştek tune bû. Em li ber sermaye man. Ne nan ne xwarin tiştek tune bû. Em bimiriyana wê baştir bûya. Niha jî em di konan de dimînin. Dema baran dibare konên me di nav avê de dimînin. Divê heta niha konteyner bidana me lê hê nedane, ji bo konteyneran bidin me navên me qeyd kirine lê hê konteyner nedane me. Di konbajaran de ne tuwalet, ne serşok ne jî tiştek din tune ye."   Fîdan Asnûk   'PÊDIVIYA ME KONTEYNER IN'   Mexdûra erdhejê Ayten Ozçelebî jî diyar kir ku dema baran dibare konên wan di nav avê de dimîne û wiha axivî: "Konbajar pêdiviyên me bi cih nayînin. Hem pirsgirêka serşokê hem jî ya tuvalete heye şert û mercên paqîj tune ne. Niha ji bo demeke kin çareserkirina pirsgirêka parastinê konteyner in. Divê pêdiviya mexdûrên erdhejê yên konteyneran bên çareserkirin. Ji aliyê din ve jî xwediyên xaniyan kirê zêde kirine, xaniyekî ku kirêya wî hezar lîre bû kirine 5 hezar lîre. Yanî xwediyên xaniyan zilmê dikin. Divê ev yek demildest were çareserkirin.”    Ayten Ozçelebî   MA / Mahmût Altintaş