Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin 2023-05-03 12:07:02     AMED - Pîştî 10 mehan derbarê Midura Nûçeyan a Ajansa JINNEWS'ê Safiye Alagaş de îdianame hat amadekirin û danişîna yekem a dozê dê di 25'ê gulanê de bê lidarxistin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, polîsan di 8’e hezîrana 2022’yan de bi ser malan de girt û 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes binçav kirin. Rojnameger, 8 rojan di bin çavan de hatin ragirtin û di 16’ê hezîranê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Dozgeriyê, dosyayên hin kesên pişt re li lêpirsînê hatine zêdekirin û yên Gulşen Koçuk, Safiye Alagaş, Mehmet Servet Yîgen, Îhsan Ergunlu, Ayşe Guney, Ayşe Kara û Feynaz Koçuk ji dosyayê veqetand.    Li gorî nûçeya Jinnewsê piştî 10 mehan derbarê Midura Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş de îdîaname hat amadekirin. Îdîanameya ku hat amadekirin ji hêla 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Danişîna yekemîn a dozê dê di 25'ê gulanê de bê lidarxistin.    Îdîaname 383 rûpelan pêk tê û hesabê Youtube ya JINNEWS'ê, hesabên medyaya dijîtal û hwd hatin lêkolînkirin û wiha hat gotin: "Li gorî bîrdoziya rêxistinê li ser malperê berdevkiya rêxistinê kiriye." Her wiha nûçeyên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tecrîd, girtiyên nexweş, malbatên girtiyên nexweş, grevên birçîbûnê, binpêkirina mafên mirovan wek sûc hatin nirxandin. Nûçeyên rûtin ên wekî "Em fedakariya Aysel Dogan ji bîr nakin, Jin tevlî Konferansa Herêmî bûn, Meclîsa Çand û Hunerê ya HDK'ê hat avakirin hwd wek sûc hatin dîtin. Her wiha di îdîanameyê de wêneyên nûçeyên rûtin jî wek amûrê sûc hatin nirxandin.    Her wiha di îdîanameyê de îfadeyên Alagaşê jî ya derbarê xebatên xwe û xebatên JINNEWS'ê de cih girt. Gotinên Safiyeyê yên di îddinameyê de wiha ne: "Ez berpirsê karê nivîsan a JINNEWS’ê me, her wiha ez hem edîtoriyê dikim û hem jî nûçeyan çêdikim. Şîrketa JINNEWS'ê ya min bi xwe ye. Peyva tecrîdê ne peyveke rêxistinî ye hêla wê ya navneteweyî jî heye û ji bo kesên ku hatine îzolekirin tê bikaranîn. Komploya Navneteweyî jî ji hêla kurdan ve tê bikaranîn. Rojnameya Xwebûn jî ne li gorî talîmatên PKK'ê li gorî vîna xwe nûçeyan çêdike. Di sala 2017'an de piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Peyasê hat kirin ez ji kar hatim derxistin û min dest bi rojnamegeriyê kir. Min xwest ez bi rojnamegeriyê têkoşîna jinan bînim ziman û min ji ber vê ajans vekir. Belgeselên ku wek sûc tê nirxandin di pêvajoya çareseriyê de hatin çêkirin. Ez îdîayên ku derbarê min de hatine amadekirin qebûl nakim."    Dozger, endamtiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad ên ku bi KHK'ê hatî girtin, çêkirina nûçeyan û xwedîbûna JINNEWS'ê wek sûc nirxand û xwest bê ceza kirin.    Îdîanameya ku hatî amadekirin ji hêla 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û danişîna yekemîn a dozê jî dê di 25'ê gulanê de bê dîtin.