Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin 2023-05-03 12:26:00   MÊRDÎN - Kemal Urun ê li Nêsbînê di organizasyona AK Ocaklar de li dijî karsazan suîkastan kiriye û trafîka tiraykê organize kiriye, piştî salan hat girtin.    Kemal Urun li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku destê wî di kuştina mirovan û kare tiryakê de heye bi salan şûnve hat girtin. Kemal Urun di bin banê Ak Ocaklar ku saziyek AKP’ê li dijî karsazan sûîqastan kiriye. Her wiha tê gotin ku ew li navçeyê bi rola organîzekirina tiryakê jî rabûye. Li Nisêbînê Oktay Mungan ê karsaz ji aliyê Urun û ekîba wî ve hatiye kuştin.    Li Stenbolê bi sûcdariya “rêxistina sûcê organize ya Bariş Boyûn” operasyon hatibû lidarxistin û Urun di çarçoveya operasyonê de li Bolûyê hatiye girtin û şandine girtîgehê.    Hat zanîn ku Urun di çarçoveya lêpirsînên derbarê kuştina wezîfedarek ewlehiya kuluba şevê û êrişkirina kuluba şevê yên li Stenbolê de hatiye zeftkirin û her wiha derbarê Urun de biryara girtinê ya têkildarî berpirsê kuştina Oktay Mungan de jî hebû.    Tê gotin ku têkiliya Urun li gel Fermandarê Giştî yê Leşkeriyê Arîf Çetîn jî heye.