Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin 2023-05-03 19:12:42   STENBOL – Standa Partiya Çepên Kesk a li Kolana Saraçlarê rastî êrişeke nijadperest hatibû. Di êrişê de 7 endamên Partiya Çepên Kesk birîndar bûbûn û hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin, 6 jê hatin berdan û kesek jî bi îdiaya "birîndarkirinê" hat girtin.    Satnda Partiya Çepên Kesk a li Kolana Saraçlarê ya Edîrneyê, rastî êrişeke nijadperest a komeke nasnameya wê nediyar hatibû. Di êrişê de milê namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Eskîşehîrê Serdal Zimba û Sara Ayê şikiyabûn. Piştî êrişê polîs ji dêvla ku bidin dû koma nijadperest, 7 endamên Partiya Çepên Kesk binçav kiribûn.    Ji kesên hatin binçavkirin 6 jê îro piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Edîrneyê hatin berdan, lê endamê partiyê Suleyman Hizmali bi îdiaya "birîndarkirinê" sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Hizmalê sewqî dadgeriyê kir. Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan bi heman îdiayê Hizmalê girt.