Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin 2023-05-03 23:59:19       STENBOL – Ji 23 kesên ku di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibûn binçavkirin û sewqî edliyeyê hatin kirin, namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Eskîşehîrê Muslum Koyûn û 3 kes hatin girtin û li 7 kesan jî cezayê hepsa malê hat birîn.    Di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, di 30'yê Nîsanê de li 8 bajaran endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) û Federasyona Komeleyên CiwanêN Sosyalîst (SGDF) jî di nav de 23 kes hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî îro sewqî edliyeyê hatin kirin.    Ji kesên ku hatibûn binçavkirin û îro li Eskîşehîr û Stenbolê sewqî edliyeyê hatin kirin, namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Eskîşehîr Muslum Koyûn, namzeta parlementeriyê ya Stenbolê Bûrcû Ayyildiz û namzeta parlementeriyê ya Îzmîrê ya Herêma 1'ê Arefe Merryem Yildirim jî di nav de 15 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê Muslum Koyûn, Sînan Çelebî, Adnan Ozcan, Selvînaz Goçmez bi îdiaya "endamtiya rêxistinê girt" û li Arefe Merryem Yildirim, Ebrar Ûz, Hasan Polat, Ûgûr Ok, Tûncay Yildirim Ozen, MErve Havali û Sûde Çaglarê jî cezayê hepsa malê birî.   Denîz Konak, Sadrettîn Polat, Bedran Çogaltay û Alperen Aktaş jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.   Lêpirsîna der barê 13 kesan de didome.