ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-04 09:00:25       * Partiya Çepên Kesk dê ji herêma Egeyê bi hezaran dengdêran bibe ser sindoqan. Endamê Komîsyona Karên Hilbijartinê ya Navendî ya Îzmîrê ya Partiya Çepên Kesk Mûstafa Yildiz wiha bang kir: "Ji bo şandina vê desthilatê, xebatên xwe bi hev re xurt bikin."    * Şêniyê Westanê anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê jiyanê kirine dojeh û wiha bang kirin: "Em di 14'ê Gulanê de bi hev re Erdogan bişînin."    * Sekreterê Şaxa OHD'a Îzmîrê Ozcan Sarioglû, diyar kir ku ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê tevdîr girtine û got ku ew ê li ser hemû sindoqan bin.    * Cîgirê qeyûmê Şaredariya Êlihê Metîn Gurbuz bûbû sedema mirina karkerekî. Waliyê Êlihê nehiştibû der barê Gurbuz de lêpirsîn bê destpêkirin. Lê Dadgeha Îstinafê bi sedema ku di warê sûc de gelek delîl hene, biryara walîtiyê xera kir.    * Dayik û bavê Denîz Poyraz ên gotin ji bo gel di nava aştiyê de bijîn di nav xebatên hilbijartinê de cih digirin wiha gotin: “Dem dema hesabpirsîna ji kujerên jinan e.”   * Akademîsyenê îtalî Enrico Maria la Forgia diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê rewşa mafên mirovan û xebatên siyasî yên Tirkiyeyê radixe ber çavan û wiha got: “Tecrîd, hem li dijî gel û hem jî li dijî PKK’ê weke şantajê tê bikaranîn.”    * Xwendekarên jin ên Zanîngeha Akdenîzê diyar kirin ku ew êli dijî zîhniyeta serdest a mêranê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û gotin: “Ciwan êdî guhertinê dixwazin. Em vê guhertinê jî di partiya çepên kesk de dibînin.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 773’yemîn de berdewam dike.    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê wê bi boneya salvegera Terteleya Dêrsimê li navçeya Qisleyê û Qada Seyît Riza bernameya bîranînê li dar bixe. Rêxistinên elewiyan jî wê lig elek bajaran bernameyên bîranînê li dar bixin. (10.00-19.00)   * Partiya Çepên Kesk wê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Erdîş û Bedlisê, bi tevlibûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li navçeyên Erxenî û Farqîn ên Amedê wê mitîng û civînên gel bên lidarxistin. (11.00, 17.00, 12.00, 17.00)    * Partiya Çepên Kesk wê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê bidomînin. (13.00-21.00)   * Danişîna doza derbarê Dayikên Şemiyê de hatiye vekirin wê li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Kuçukçekmeceyê bê lidarxistin. (14.30)