Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend? 2023-05-04 10:00:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn milyonek derbas kir.    Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demekî kin ma. Dengdayîna hilbijêrên derveyî welat di 27’ê nîsanê de dest pê kiribû û hêj didome. Hat zanîn ku heta niha milyonek û 7 hezar û 165 hilbijêrên derveyî welat dengê xwe dane. Dengdayîna li deriyên gumrikê dê heta 14’ê gulanê saet 17.00’an berdewam bike û ya li nûnertiyên derveyî welat jî di 9’ê gulanê de bi dawî bibe.    Hilbijêrên ku qeyda wan li derveyî welat, rojên betlaneyê jî di nav de dikarin her saeta rojê biçin dengê xwe bidin. Li derveyî welat 3 milyon û 416 hezar û 98 hilbijêr dê dengê xwe bidin. Hejmara hilbijêrên li derveyî welat ku dê cara ewile dengê xwe bidin jî 277 hezar û 646 e.    Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk jî bang li hilbijêran kir ku biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin.