HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in 2023-05-04 14:19:28   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê nûçeyên têkildarî êrişên ser fermandarên wan derewand û got ku fermandarên wan li ser peywira xwe ne.    HPG’ê têkildarî nûçeyên di demên dawî de li ser medyaya alîgir tên parvekirin ku tê îdiakirin fermandariya HPG’ê hedef hatiye girtin, daxuyaniyek da û ev îdia derewand. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê têkildarî mijarê wiha got: “Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ku heta dawiyê di siyaseta şer de israr dike, bi saya sekna berxwedêr a gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê nekarî bigihêje encamê. Ji ber vê yekê bi rêya medyaya şerê taybet nûçeyên derewîn pêşkêş dike û hewl dide serkeftinên sexte biafirîne. Nûçeyên ku medya şerê taybet a rejîma faşîst li ser hêz û fermandarên me çêdikin, dûrî rastiyê ne. Bila gelê me guh nede van nûçeyên derewîn ên şerê taybet. Hevrêyên me yên ku qala wan têne kirin li ser erka xwe ne. Bila gelê me guh nede van nûçeyên derewîn ku di çarçoveya şerê taybet de têne kirin."