Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane 2023-05-04 14:45:44   NAVENDA NÛÇEYAN - YSK’ê aşkere kir ku ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê ji hilbijêrên derveyî welat milyonek û 138 hezar û 743’yan dengê xwe dane.    Dengdayîna hilbijêrên derveyî welat a di 27’ê nîsanê de dest pê kiribû, hêj didome. Li gorî daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), heta saet 13.00’an de milyonek û 138 hezar û 743 hilbijêran deng dane. Li nûnertiyên derveyî welat kirariyên dengdayînê wê heta 9’ê gulanê, li gumrukan jî wê heta 14’ê gulanê saet 17.00’an de berdewam bike.