‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’ 2023-05-04 16:41:51   SETNBOL - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê Cengîz Çîçek û Sirri Sureyya Onder çûn serdana Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê. Parêzeran di serdanê de diyar kirin ku nîqaşên bêyî agahî ji Abdullah Ocalan were girtin tên meşandin, nayên qebûlkirin.     Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê Cengîz Çîçek û Sirri Sureyya Onder, çûn serdana Bûroya Hiqûqê ya Sedalê ku parêzertiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike. Çîçek û Onder, ji hêla parêzer Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Rezzan Sarica ve hatin pêşwazîkirin.    Di serdanê de rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên di ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin û geşedanên dawî hatin nirxandin.    ‘NAYÊ QEBÛLKIRIN KU WEKE AMÛREKÎ BÊN BIKARANÎN’   Parêzeran, di serdanê de diyar kirin ku biryarên weke bingeha tecrîdê tên nîşandan hiqûqî nînin û hewldanên têkildarî vê mijarê parve kirin. Parêzeran, diyar kirin ku ev zêdetirî 2 sal in tu agahiyan ji muwekîlên xwe nagirin û bal kişandin ser biryara Komîteya Mafên Mirovan (KMM) a Neteweyên Yekbûyî (NY). Parêzeran da zanîn ku ev biryar nayên cîbicîkirin. Parêzeran got ku ev rewş di serê de wan rê li ber fikaran vedike û wiha bertek nîşan dan: “Tevî vê rewşê jî li ser miwekîlê me birêz Abdullah Ocalan nîqaş tên kirin. Em van nîqaşan rast û etîk nabînin.”    Bi domdarî jî parêzeran wiha gotin: “Ji bo çareseriyeke mayînde ya di pirsgirêka kurd de û ji bo pêşketineke demokratîk, muxatab birêz Abdullah Ocalan e. Divê ev pozîsyona birêz Abdullah Ocalan weke amûrekî neyê bikaranîn. Nexwe dê ev yek bi tevahiya welêt bide windakirin. Ev nîqaş bi taybet jî bêyî ku agahiyek ji birêz Ocalan were girtin tên kirin. Di demekê ku di bin tecrîdeke giran de ye tên kirin. Ev yek nayên qebûlkirin.”    Parêzeran, di serdanê de di hilbijartinan de serkeftin ji bo mêvanên xwe xwestin. Hevdîtin, bi nirxandinên têkildarî rewşa agahînegirtina mutleq û çareseriyên demokratîk ên ji bo pirsgirêka kurd dom kir.