Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be 2023-05-04 16:51:29   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ev hilbijartin dê di navbera kesên edalet û serweriya hiqûqê diparêzin û kesên hiqûq û edaletê qetil dikin de be.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 773’yemîn de berdewam dike. Malbata ku ji mala xwe ya Pirsûsê bi rê ket û hate ber deriyê Edliyeya Rihayê li ber pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” çalakiya xwe ya nobetê berdewam kir.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ev hilbijartin dê di navbera kesên edalet û serweriya hiqûqê diparêzin û kesên hiqûq û edaletê qetil dikin de be.”