Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû 2023-05-04 18:10:02   AGIRÎ - Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê di mitînga Bazîdê de bang kirin ku ew şer, tundî, mirinê naxwazin û ew partiya aştî û biratiyê ne. Namzet Sirri Sakik bal kişand ser mîtîngên Kiliçdaroglû yên li Agirî û Wanê û got: "Meseleya kurdî bi aştiyê çareser bike û bi me re şer nekin."   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Bazîdê bi tevlibûna namzetên xwe yên Agiriyê Sirri Sakik, Necla Demîr, Heval Bozdag û Zelal Yilmaz mitîngek li dar xist. Mitînga li Qada Newrozê ya Bazîdê hatiye lidarxistin, rastiyê eleqeyeke mezin hat. Bi hezaran kes tevli mitîngê bû û dirûşmeyên “jin, jiyan, azadî”, “bijî berxwedana zîndanan” û “deng namûs e, namûs nayê firotin” berz kirin. Namzetên Partiya Çepên Kesk gel silav kirin û Zelal Yilmaz, Heval Bozdag û Sirri Sakik ji girseyê re axaftin kirin.   Ewil namzetê rêza 3’yemîn Heval Bozdag axivî. Bozdag destnîşan kir ku ji HEP’ê ve dareka wan a azadiyê heye û heta îro şîn bûye. Bozdag diyar kir ku niha jî bi Partiya Çepên Kesk re qurmê xwe avêtiye û tu kes nikare van qurman jê bike. Bozdag bi domdarî wiha got: “Ditirsin û her roj operasyonan dikin. Dixwazin xebatên me asteng bikin. Ditirsin, ji ber ku wê winda bikin. Lê xebatên me bi hemû astengiyan jî berdewam dike û em tu car paş ve gav naavêjin. Em ê serbikevin.”   ‘EW Ê HESAP BIDIN’   Dû re namzeta rêza 4’emîn Zelal Yilmaz derket ser dikê û bal kişand ser pêkanînên desthilata AKP-MHP’ê ya 20 salan. Yilmazê da zanîn ku gelê kurd nîşaneya hêvî û aştiyê ye û ev tişt anîn ziman: “Em hemû bûne şahidê zilma desthilata faşîst a AKP-MHP’ê û bi hezaran hevalên me niha di zîndanan de ne. Her roj bi dehan hevalên me tên binçavkirin. Dixwazin bi van zextan me bitirsînin, lê xelet difikirin. Di 20 salan de dijmintî û feqîriyê zêdetir tiştek nedan me û niha pê ve jî tiştekî nadin me. Ew ê tenê hesap bidin. Ev helbijartin di navbera kesên di qesran de kêf dikin û kesên bi feqîriyê re tekoşîn dikin de ye. Ev hilbijartin di navbera kesên hiqûq û edaletê bin pê dikin û girtiyên azadiyê de ye.”   ‘HÛN ZEXT Û QEDEXEYAN ZÊDETIR TIŞTEKÎ DIN NIZANIN?’   Piştre namzetê rêza 1’emîn Sirri Sakik dest bi axaftinê kir. Sakik destnîşan kir ku ew ê li herêmê 4 parlementeran derxînin. Sakik diyar kir ku desthilat bi xwe jî dizane ku wê winda bike, ji ber vê yekê ev qas zextan zêde dike. Sakik, wiha berdewamî da axaftina xwe: “Qey hûn ji zext û qedexeyan zêdetir tiştekî din nizanin? Çûna zozanan qedexe ye, çandina zeviyan qedexe ye, mitîng qedexe ne, zimanê me qedexe ye, çanda me qedexe ye. Gava em di meclisê de bi kurdî diaxivin di qeydan de weke 'zimanê nayê zanîn' tê nivîsin. Ew çi qas bibêjin jî, kurdî weke hemû zimanan pîroz û qedîm e.”   BAL KIŞAND SER ŞERÊ TAYBET   Sakik bi domdarî wiha got: “Partiya Çepên Kesk, partiya aştiyê ye. Bedela wê çibe bila bibe em ê li vê axê parastina aştiyê û biratiyê bikin. Em tûndî, tiveng û mirinê red dikin, em partiya aştî û biratiyê ne. Partiyê din, partiyên şer in. Derdê ew e ku dixwazin bi zilmê desthilatdariya xwe berdewam bikin. Li herêmê polîtîkayên şerê taybet tê meşandin. Li her derî tiryak heye, lê ew gelê me bi qemerayên destê xwe de qeyd dikin. Ez we baş nas dikim. Ez dizanim derdê we ew e ku ciwanên kurdan bikevin nava tiştên xetere û xerab. Partiyên din jî dost û hogirên gelê me nîne.”   MITÎNGÊN KILIÇDAROGLÛ    Herî dawî Sakik têkildarî mitîngên Kemal Kiliçdaroglû yên Agirî û Wanê jî axivî û wiha bi dawî kir: “Gelê kurd peyamek da Kiliçdaroglû. Daxwaz û xwestekên gelê kurd diyar in. Gotin ku ‘Kiliçdaroglû, tu namzetê serokkomariyêyî û pirsgirêkên me hene. Meseleya kurd bi aştiyê çareser bike û bi me re şer nekin. Em êdî xwîn, rondik, polîtîkayên redkar û înkariyê naxwazin.’”   Mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû.