Li Şirnexê zarokek hat girtin 2023-05-04 19:38:00   ŞIRNEX- Li navçeya Sîlopiyayê ji ciwanên ku hatibûn binçavkirin, yek jê hat girtin.   Li taxên Nûr, Cumhuriyet û Barbarosê yên navçeya Silopiya ya Şirnexê polîsan bi ser gelek malan de girtibûn. Di serdegirtina malan de tevî ciwanên bi navê Mehmet D. Ridvan D, Ozcan K. û Ûmût O.  7 kes hatibûn binçavkirin. Ciwanên ku di çarçoveya lêpîrsineke Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dde hatibûn binçavkirin îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji kesên binçavkirî 6 jê ji aliyê dozgeriyê ve bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan û zarokê bi navê Ûmût O. (15) piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin. Dadger Ûmût O. bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" girt.