Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye 2023-05-04 19:49:24   AMED - Hevdîtina gela a li Farqînê ya Partiya Çepên Kesk veguherî mîtîngê. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku di hevdîtinê de axivî, got: "Kesên ku destên wan di xwîna kurdan de hene, diçin bi Erdogan re dibin tifaq. 14'ê Gulanê roja hesbapirsînê ye ji kesên ku destê wan di xwîna kurdan de heye."    Partiya Çepên Kesk, li navçeya Farqînê bi gel re civiya. Hevdîtina bi gel re veguherî mîtîngê. Hevdîtin li Qada Azîzoglû çêbû. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîd eTurkoglû, Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn û bi sedan kes tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de dirûşmeyên "jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana Farqînê" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.    Di hevdîtinê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk bal kişand ser dîroka berxwedanê ya gelê kurd û got: "Gelê kurd bi berxwedaneke mezin hebûna xwe parastiye. Peyama ku li Newroza Amedê hat xwendin û Mutabaqata Dolmabahçeyê ji bo vî welatî şensek bûn. Lê ew, ji dêvla ku bi kurdan re li hev bikin, serî li plana çokşikandinê dan. Lê ev gel li ber her êrişê li ber xwe daye. Niha jî berxwedana 14'ê Gulanê li pêşiya me ye. Kesên ku ji bo vê hilbijartinê dibêjin 'darbe ye', bila zanibin ku darbekarên sereke ew in û ew ê biçin. Dê li dadgehan hesab bidin."    Ozturk di berdewama axaftina xwe de got: "Kesên ku destên wan di xwîna kurdan de hene, diçin bi Erdogan re dibin tifaq. Ji ber vê, 14'ê Gulanê pir girîng e. 14'ê Gulanê roja hesbapirsînê ye ji kesên ku destê wan di xwîna kurdan de heye."    Hevdîtin bi berzkirina dirûşmeyan û bi govendgerandinê bi dawî bû.