Li Amedê parêzerek din jî hat girtin 2023-05-04 21:10:01   AMED - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, parêzer Şerzan Yelboga hat girtin. Hejmara parêzerên ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin girtin gihîşt 4'an.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik, beriya hilbijartinê li 21 bajaran rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û parêzer jî di nav de der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê dabû. Ji 216 kesan 145 kes di 25'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin. Ji 145 kesan 51 jê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin û 94 kes jî hatibûn berdan.    Parêzer Bahar Oktay, Firat Yildiz, Mûhîttîn Mûgûç, Şerzan Yelboga û Adîle Salman ku dozgeriyê der barê wan de biryara binçavkirinê dabû, ji bo îfadeyê çûn Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Ji Parêzeran Oktay, Yildiz, Mûgûç û Salman bi şertê kontrolkirina edlî û parêzer Yelboga jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Dadgehê Yildiz, Mûgûç û Salman bi şertê kontrolkirina edlî û Oktay jî bêyî şert berda. Dadgehê der barê parêzer Yelboga de jî biryara girtinê da.    Berê jî parêzer Serhat Hezer, Bûrhan Arta û Ozum Vûrgûn hatibûn binçavkirin.   Di çaçroveya lêpirsînê de ji 25'ê Nîsanê heya niha 52 kes hatine girtin û 98 kes hatine berdan.