Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin 2023-05-04 22:43:58   STENBOL- Du ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina muzîkjen Cîhan Aymaz dan, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Her du ciwan li qereqolê hatin îşkencekirin.    Muzîkjen Cîhan Aymaz, di 3'yê Gulanê de ji ber ku strana "Olurum Turkiyem" (Ji bo te bimirim Tirkiye) negot, rastî êrişa nijadperest a êrişkar Mehmet Caymaz hat. Aymaz, di êrişê de jiyana xwe ji dest d. Êrişkar Caymaz ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û polîsan ew birQereqola Rihtimê ya Kadikoyê Paşê Caymaz sewqî Edliyeya Anadolûyê ya li Kartalê hat kirin. Caymaz, di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de got ku ji Aymaz stranek xwestine, lê Aymaz û yên li cem wî daxwaza wî red kirine. Caymaz, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin û ji dêvla bi êrişa nijadperest bê girtin, bi îdiaya "kuştina bi qesdî" hat girtin.    ÎŞKENCE   Partiya Çepên Kesk, di heman rojê de li cihê ku Aymaz lê hat qetilkirin çalakiyeke protetsokirinê li dar xist. Ciwanên bi navê Aydin Koçûk û Mehmet Îkto yên tevlî çalakiyê bûn, piştî çalakiyê ji aliyê polîsna ve hatin şopandin û paşê hatin binçavkirin. Polîsan her du ciwanan birin Qereqola Rihtimê. Koçûk û Îkto li vir rastî îşkenceya polîsan û heqaretê hatin. Her du ciwan li qereqolê bi saetan hatin îşkencekirin û bi îdiaya ku "li ber polîsan rabûne" sewqî Edliyeya Anadolûyê hatin kirin. Koçûk û Îkto piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Muslum Kocaoglû, parêzerê Koçûk û Îkto, bilêv kir ku muwekîlên wî polîsên ku îşkence li wan kirine teşxîs kirine û polîsa Ercan Bûlût û Kemal Aslan wekî gumanbar daxilî dosyeyê hatine kirin.