Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e! 2023-05-05 09:03:55 SEMSÛR- Di erdheja sala 2017'an a li navçeya Şemîzînanê de gelek gundên navçeyê wêran bûbûn. Bi ser erdhejê re 6 sal derbas bûne lê hê jî mexdûrên erdhejê yên ku soz hatibû dayîn wê xaniyên wan bên çêkirin, di konteyneran de ne.    Erdheja 2'yê adara 2017'an a bi pileya 5,5'an ku li navçeya Şemîzînan a Semsûrê çêbû, bandor li gelek bajaran kiribû. Gelek gundên parêzgehê jî hilweşiyabûn. Piştî erdheja 2017'an, di 24'ê nîsana 2018'an de navçe car din hejiyabû û vê carê navçe hîn bêtir wêran bûbû. Di erdhejê de gelek welatî birîndar bûbûn û bi hezaran welatî jî bê mal mabûn. Mexdûrên erdhejê wê demê nêzî salekê di konan de mabûn. Lê 6 sal bi ser erdheja 2017'an re derbas bûne, hê jî welatî di konteyneran de ne.   Li gundê Çîçekê û mezrayên wê Dalasor û Torcikê em bi mexdûrên erdheja 2017'an re axivîn ku 6 sal in di konteyneran de ne.    6 SAL IN DI KONTEYNERAN DE NE   Li mezraya Dalasor a gundê Çîçekê welatiyê bi navê Bekîr Ozelçî bi lêv kir ku xaniyê wan di erdheja 2017'an de xirabûye û ev tişt anîn ziman: "Wê demê dewlet hat li xaniyên me nêrî û got, 'em ê ji we re xaniyên nû çebikin.' Di destpêke de em di konan de man, piştrê jî konteyner belav kirin û ev 6 sal in em di konteyneran de ne. Piraniya welatiyên extiyar ên gund ji ber ku nikaribûn di konteyneran de bimînin, ji bêgavî koç kirin û çûn bajêr."    XANÎ DIXWAZIN   Ozelçî bi domdarî diyar kir ku beriya erdhejê hîmê xaniyan wan hatiye avêtin lê ji ber erdhejê hatiye sekinandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê dema gotin em ê xaniyan çêbikin jî, dê bi pereyan ew xanî bidana gundiyan. Anku xaniyên ku bên çekirin, dê heya 20 salan  bi teqsîtan bidin gundiyan. Her wiha ava gundê me jî ji berê vê bi pirsgirêk e û car caran tê, car caran jî nayê. Lê piştî erdhejê ava gund nehat û şêniyên gund neçar man ku bi motoran avê bikişînin gund. Daxwaza me jî ev ê ku edî bila xanî bên çekirin ku mirov ji van konteyneran derkevin."   JI BÊGAVÎ KOÇ KIRINE   Şêniyê gund ê bi navê Abdullah Ozelçî jî anî ziman ku di erdhejê de xaniyê wan hilweşiyayê û neçar mane ku koçî navenda Semsûrê bikin. Ozelçî da zanîn ku ew ji ber erdhejê çûne navenda Semsûrê lê di erdheja dawî de ku navenda wê Mereş bû birayê wî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daye. Ozelçî anî ziman ku piştî erdheja 2017'an ew demeke dirêj di konan de mane û wiha got: "Piştre jî konteyner belav kirin û em derbasî konteyneran bûn. Demeke dirêj em di konteyneran de man, lê ji ber ku xanî nehatin çêkirin em neçar man ku koçî navenda Semsûrê bikin. Jixwe hê heta niha jî li gund xanî nehatine çêkirin. Xaniyê me yê navendê jî di vê erdheja dawî de xesareke mezin girt, niha ne li gund ne jî li navendê xaniyê me tune ye. Kirê jî pir biha kirine, meriv nikare xaniyan jî kirê bike. Ji ber vê jî em ê ji neçarî dîsa vegerin gundê xwe. Beriya erdhejê jî temelê xaniyan hatin avêtin, ji ber erdhejê ew temel dan sekinandin lê ew xanî jî ji bo 5 malan tê çêkirin."   'TU ALÎKARÎ JI ME RE NEHAT'   Welatiyê bi navê Abuzer Taşkin ku em li mezraya Torçikê ya gundê Çîçekê pê re axivîn jî destnîşan kir ku piştî xaniyê wan di erdhejê de hilweşiyaye ew 8 mehan di kon de mane û wiha pê dê çû: "Piştî 8 mehan konteyner dan me û em derbasî konteyneran bûn. Ev 6 sal in em di konteyneran de ne. Di van 8 mehên di kon de jî tu alîkarî ji me re nehat. Me ji bo xaniyan serî li qeyma"amiyê da, ew jî çend caran hatin gund lê tu xanî çênekirin. Tu kes nehat li halê me nepirsî. Beriya erdhejê temelê xaniyan çêkirin, niha jî dibêjin heta cejna qurbanê em ê xanî bidin we. Heta wê demê konteyner bidin baş e, qet nebe zarokên 6 salî dizanin ku xanî hene û mirov di konteyneran de najîn. Pirsgirêka konteyneran pir e, lê ji ber neçariyê heta roja îro em hatin. Tişta ku em şêniyên gund dixwazin, çekirina xaniyên me û çareserkirina ava gund e."   MA / Mahmût Altintaş