Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin 2023-05-05 09:06:58   ŞIRNEX - Partiyên siyasî yên Şirnexê ji bo mitînga ku dê di 7'ê Gulanê de bê lidarxistin bang li gelê Botanê kirin û wiha gotin: "Li dijî zilma 21 sal in li ser me tê meşandin, werin em li qada mîtîngê cihê xwe bigirin."    Ber bi hilbijartinê ve, partiyên siyasî lez dan xebatên xwe. Partiya Çepên Kesk ku li Tirkiye û Kurdistanê bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin, naxwaze tu kuçe û kolanê vala bihêle. Li Şirnexê dê di 7'ê gulanê de bi bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Partiya Azadî û namzetên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexe Newroz Ûysal, Mehmet Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedirhan Osal bi dirûşma "Dîsa em" mitîngek bê lidarxistin. Amedakariyên mitîngê ku destpêkirine, didomin. Partiya Çepên Kesk a Şirnexê, HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo beşdariya li mîtîngê bang li şirnexiyan kirin.    'HEMÛ QADÊN JIYANÊ XEMILANDIN'   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Ahmet Başak diyar kir ku ew armanc dikin ku li herêmê mitînga herî mezin li Şirnexê li dar bixin û wiha axivî: "Ev mehek e em kar û xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomînin. Di vê pêvajoya hilbijartinê de em mal bi mal, kolan bi kolan û esnaf bi esnaf digerin û girîngiya hilbijartinê ji gelê xwe re dibêjin. Di vê çarçoveya xebatên me de em ê 7'ê gulanê li vir mitîngekê li dar bixin. Em gelê xwe yê Botanê hemû vedixwînin mitîngê. Ev 21 sal in ku pergala faşîst bi tundiyê bi ser gelê me de tê. Ev tundî li her deverê Tirkiyeyê tê meşandin û hemû qadên jiyanê hatine xitimandin. Vê xitimandina ku hatiye avakirin, em ê bi tifaqa xwe ya Ked û Azadiyê wê ji holê rakin. Hewldayina me ew e ku di vê hilbijartinê de em bi hev re vê pirsgirîka heyî çareser bikin. Ji ber vê jî ji bo çareseriyê û aştiyeke mayinde em hemû gelê xwe vedixwînin mitîngê."    BANGA JI BO MITÎNGÊ   Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî got ku ev mitîng dê rengê 14'ê Gulanê yê herêmê diyar bike û wiha got: "Ji roja me xebatên xwe yên hilbijartinê dane destpêkirin heta niha, em bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Coşa gelê me hêviyeke mezin dide me ku em ê di 14'ê gulanê de serkeftineke mezin bi dest bixin. Coş û baweriya gelê me ji niha ve serkeftinê nîşanî me dide. Em gihiştine merheleyekê. Niha jî dem dema mitîngên me yên mezin e, dem dema serkeftineke mezin e. Ji bo serkeftineke bi xurt em bang li Botana rengîn dikin ku tev li mitînga me ya mezin bibe. Em ji xwe bi bawer in em ê bi hev re vê desthilatdariya AKP-MHP'ê têk bibin."   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê Ayşe Salgucak jî diyar kir tevlibûna li mitîngê girîng e û ev tişt gotin: "Hêviya me ji gelê me heye ku bi coşa xwe, rengê xwe tev li vê mitîngê bibin. Di vê mitîngê de em careke din nîşan bidin ku em vê desthilatdariyê naxwazin û vê zilmê qebûl nakin. Armanca me ya vê mitîngê ew e ku li dijî tecrîda li ser gelê me û komkujiyên li ser jinan dengê xwe bêtir bilind bikin û em 7'ê gulanê di qada mitîngê de cihê xwe bigirin û di 14'ê Gulanê de jî careke din rengê xwe nîşan bidin."    'DIVÊ JIN PÊŞENGIYÊ BIKIN'   Berdevka Jinan a HDP'ê ya Şirnexê Gurbet Aslan jî anî ziman ku divê gelê Botanê biherike qada mitîngê û wiha pê de çû: "Bi dirûşma 'dîsa em' em ê li Botanê 2 mitîngên mezin li dar bixin. Yek ji van Cizîra Botan û yek jî Şirnexê. Em ê di 7'ê gulanê de li Şirnexê û di 9'ê gulanê de jî li Cizîrê bin. Ji bo hilweşandina vê desthilatdariya faşîzan, em ê li qadan bin. Em ê bi tililiyên xwe, bi coşa xwe bi ser bikevin. Divê êdî jin jî vê zilmê qebûl nekin û di vê mitîngê de jî pêşengiyê bikin û cihê xwe bigirin."   Ji komîsyona hilbijartinê ya giştî Taybet Bilge jî wiha bang kir: "Divê bi taybetî jin û ciwan tev li vê mitînga me bibin. Em bi coşa xwe û rengê 14'ê gulanê eşkere bikin û nîşanî tevahiya cîhanê bidin. Em nîşan bidin ku em vê zilmê û zordestiyê qebûl nekin."