Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya 2023-05-05 15:18:33 AMED -  Partiya Çepên Kesk li Bismilê di hevdîtina gel de diyar kir ku dê gelê Bismilê di vê hilbijartinê de dîrokê binivîse.    Partiya Çepên Kesk, li Bismila Amedê bi gel re civiya. Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr û navçeyê, Hevşaredarên Bismilê Guleşn Ozer û Orhan Ayaz ku qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin û bi hezaran kes tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de tim dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" û "Bismil dê bibe goristan ji faşîzmê re" hatin berzkirin.    Girseyê beriya axaftinan govend gerand.    ‘ÊDÎ BES E'   Ewilî Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin axivî. Ayaz destnîşan kir ku dê Bismil di vê hilbijartinê de dîrokê binivîse û got: "Ev hilbijartin siberoja me hemûyan e. Em ji vê qadê bang dikin; ey zalimno, êdî bes e. Em ê bi coş û kelecaneke mezin bibêjin êdî bes e."    ‘EM Ê BI SER BIKEVIN'   Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglûyê jî got ku pir hindik maye ku bi hev re faşîzmê têk bibin û di 14'ê Gulanê de ew ê bi ser bikevin.    Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar jî destnîşan kir ku ew ê ji Bismilê ber bi Enqereyê ve bi rê bikevin û got: "Rêya me vekirî be. Em ê dengê xwe ragihînin Enqereyê. Em ê Qeyûmê Bismilê û Amedê bişînin. Hefteyek ma, em ê di 14'ê Gulanê de bi ser bikevin."    Namzet Mehmet Emîn Aktar jî got ku divê Bsimilê xwedî li vîna xwe û dengên xwe derkeve.    Hevdîtin bi govendgerandinê bi dawî bû.