Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne 2023-05-05 15:34:39 ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel bertek nîşanî daxuyaniyên spekulatîf ên îktidarê yên derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de da û got: “Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayên îktidarê neyîne.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind tê ragirtin. 26 meh in tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Îktidara AKP’ê ya ku vegeriya konsepta şer, pergala tecrîda li Îmraliyê girantir kir. Îktidarê dîsa beriya hilbijartinê dest bi daxuyaniyên spekulatîf ên derbarê Abdullah Ocalan de kir. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan qad bi qad bi muxalefetê bi ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dike hedef û li aliyê din jî hin rêveberên AKP’ê îdia dikin ku dewletê li Îmraliyê li gel Ocalan hevdîtinan kiriye.   Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel têkildarî van agahiyên spekutalîf axivî û diyar kir ku hevdîtinên girtî yên li Îmraliyê di nav kurdan û civaka Tirkiyeyê de bêwate ne û bang kir ku bila kes îtîbarî van hewldanan neke.    XETA SOR A KURDAN   Temel diyar kir ku sazûmanbûna AKP-MHP’ê bi pergala tecrîda Îmraliyê dest pê kir û got: “Ji bo ku deng û fikrên Ocalan negihîjin raya giştî, hevdîtinên li gel wî qut dikin. Şirîkatiya AKP û MHP’ê li ser dijminatiya kurdan hatiye avakirin. Polîtîkaya dijminatiya kurdna jî bi tecrîdkirina birêz Ocalan re dest pê kir. Birêz Ocalan ji bo kurdan xeta sor e û lewma rakirina tecrîdê divê demildest pêk were.”   JIYANA BI HEV RE    Temel bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a li Rojhilata Navîn û got: "Ji bilî pêşkêşkirina perspektîfa demokratîkbûyîn, jiyana hevbeş û bi hev re jiyana gelan û nasnameyan di rêgezeke adil de, ti daxwaz û daxwazeke din a birêz Ocalan nîne. Ew her dem vê yekê dibêje. Hêza nirxandinan ewqas bi bandor e ku berhemeke weke Rojava derketiye holê.”    ‘DIVÊ ZIMANÊ WAN ZANIBE ÇI DIBÊJE’   Temel polîtîkaya tecrîdê ya 20 salan a AKP'ê nirxand û got: "Her cara ku ev îktidar di nava xwe de asê maye, zemînê winda dike, dema ku diviyabû xwe bispêre gelê kurd, her tim hewl da bi pragmatîst bi awayek sûdê jê werbigire, tecrîdê nerm dike û birêz Ocalan dixe dewrê. Îktidar hewldanên dişibin hev her tim dike dewrê. Faşîzm lawaz dibe û lewma hewldanên wiha dide destpêkirin. Hevdîtinên girtî yên li Îmraliyê ku wisa pêk tên di nav xelkê de tu wateya wan nîne. Ev nêzîkatiya îktidarê ku bi polîtîkayên paragmatîst birêz Ocalan wek amûr bikar tîne nayê qebûlkirin. Vî zimanê îktidarê yê li ser birêz Ocalan nayê qebûlkirin. Beriya her tiştî divê li sedemên tecrîdê bê pirsîn. Divê ev mijarên hevdîtinên ji spekulasyonan bê derxistin. Her kes dema li ser birêz Ocalan axaftinan, nirxandinan bike, divê gelek bi baldar bin. Divê zanibin ku ziman û şêwaza wan çi dibêjin.    ‘DIVÊ GELÊ ME TEHAMULÎ VAN POLÎTÎKAYAN NEKIN’    Îktidar li ser Îmraliyê spekulasyonan dike. Ev polîtîkayên qirêj in. Em red dikin. Ne kurd û ne jî tevgera siyasî ya kurd van nêzîkatiyan qebûl nakin. Bêyî ku behsa tecrîdê bikin, behsa astengkirina hiqûqe bikin, lê heke spekulasyonên derbarê Îmraliyê de bikin, niyeta wan xerab e. Her wiha ji daxwaza azadiya kurdan jî fêm nekirine. Daxuyaniyên derbarê Îmraliyê de tên kirin, bêcîdiyet in û encama zîhniyeta ku ji çareseriya pirsgirêka kurd dûr e. Divê ku gelê me baweriya xwe ne bi van polîtîkayên îktidarê bînin û ne jî tehamûlî van polîtîkayan bikin.”    MA / Yusra Batihan