Li Meletî avahiyeke xesardîtî hilweşiya: Kesek jiyana xwe ji dest da 2023-05-05 21:11:53   MELETÎ - Li navçeya Batalgazî ya Meletiyê avahiyeke ku di erdhejê de xesar dîtibû, hilweşiya. Kesê ku di bin kavilên avahiyê de ma, jiyana xwe ji dest da. Li Taxa Kirçûval a navçeya Batalgazî ya Meletiyê avahiyeke ku ji ber erdheja 6'ê Sibatê zirareke mezin dîtibû, îro dane êvarî hilweşiya. Dema avahî hilweşiya, ji 4 kesên ku ji bo berhevkirina bermayiyan ketibûn hundirê avahiyê 3 kes bi derfetên xwe ji bin kavilan derketin, lê kesek di bin kavilan de ma. Piştî xebatên  lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo kesê di bin kavilan de didome, cenazeyê welatiyê di bin kavilan de hat dîtin.