Ay a 55 salî ku rastî êrişeke nijadperest hat bi giranî birîndar bû 2023-05-05 23:27:16   STENBOL – Sare Ay a 55 salî ku li Kolana Saraçlarê rastî êrişa komeke nijadperest hat, piştî emeliyateke 3 saetan îro li cihê muşahadeyê hat bicihkirin.   Di çarçoveya xebatên Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Edîrneyê de, di 3’yê Gulanê de li Kolana Saraçlarê standa partiye rastî êrişeke nijadperest hat. Di êrişê de namzetê partiye yê Eskîşehîrê Serdam Zimba û Sare Ay birîndar bûn û milên wan şikiyan. Polîsan ji dêvla kesên êrişkar xebatkarên Partiya Çepên Kesk binçav kirin.   Ji endamên partiye yên hatibûn binçavkirin, Suleyman Hizmali bi îdiaya “birîndarkirinê” hatibû girtin.   Sare Ay (55) k udi êrişê de mile wê ji sê cihan şikestibû, îro li Nexweşxaneya Sûltan Birîncî Mûratê emeliyat bû. Ay, piştî emeliyateke 3 saetan li cihê muşahadeyê hat bicihkirin.