Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike! 2023-05-06 11:37:37 AMED - 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di biryara xwe ya bihincet de şexsiyet, fikr û ramanên Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hedef girt û ev şîroveye kir: “Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike.”    Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 16’ê adara 2011’an de dema Şaredara Nisêbîn a Mêrdînê, bi hinceta vegirtina “Konê Çareseriya Demokratîk” li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî, derheqê wê de bi îdiayên “Bi dilxwazî û bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin û 3 sal û 9 cezayê hefsê lê hatibû birîn. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî biryara bihincet a cezayê hefsê eşkere kir.   Di demên berê de 7 sal û 6 meh cezayê hefsê li Gokkan hatibû birîn lê bi sedema “hevrêje nîne” ev biryar hatibû xerakirin. Li ser vê yekê doz jinûve hate lidarxistin û dadgehê ceza daxist 3 sal û 9 mehan. Di biryara bihincet a cezayê hefsê de vegirtina konê weke “propagandaya rêxistinê” hate nirxandin û dadgehê bi îdiaya “Bi dilxwazî û bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” xwest ku Gokkan were cezakirin.    Di biryara bihincet de navê kurtkirî yê Kongreya Jinên Azad anku KJA weke “Karker jinen azad”, “CPT” ku kurteya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê ye jî weke “CPJ” hate qeydkirin. Her wiha li Amedê ji bo bîranîna yek ji pêşengên tevgera jinên sosyalîst Rosa Luxemburg, komeleya Jinan a Rosayê hatibû avakirin û navê “Rosa”yê ya di navê komeleyê de ji peyva “Rosa” ya bi zimanê inglîzî hate wergerandin û weke “Gul” hatiye nivîsandin.    Di biryara bihincet de bi peyvên “retorîk” û “palyatîf” hewl hate dayîn ku li dijî têkoşîna jinan arguman bên pêşxistin. Di lêgerîna Komeleya Jinan a Rosayê de 57 ajanda hatibûn desteserkirin û ji ber peyvên “retorîk” û “palyatîf” ên di ajandayan de cih digirin, di biryara bihincet de wiha hatiye gotin: “… bi çapkirina ajandaya behsa xeberê re hewl didin avadaniya jinan a qels bûyî dîsa çalak bikin, cihê jinan ê di nava rêxistinê de careke din xurt bikin, cihê jinê yê di nava rêxistinê de baş tê vegotin û bi vê yekê hewl didin tevlibûna jinan a di nava avadaniya jinan a rêxistinê de bi awayekî palyatîf tê teşwîqkirin, tevahiya çalakî û xwepêşandanên avadaniya jinan a rêxistinê di ajandayê de hatine bicihkirin û bi vê yekê re hewl didin bîrdoziya rêxistinê belav bikin. Di vê dokumanê de ev yek tê fêmkirin.”    Bi domdarî di biryara bihincet de xebatên Platforma Jinan a Dîcle Amedê ku Komeleya Jinan a Rosayê û gelek pêkhateyên rêxistinên jinan ên Amedê jî di nav de cih digirin, bi îdiaya “xebatên rêxistinê” hatine sûcdarkirin. Di biryara bihincet de Cemaeta Gulen weke rêxistina “terorê” hatiye pênasekirin operasyonên bi navê “KCK” yên ji hêla wan ve hatine kirin ku pênaseya “avadaniya paralel a dewletê” weke bingeha wê hatiye nîşandan cih girt. Di serî de KCD, komeleyên jinan jî di nav de navên gelek komeleyan hatine destnîşankirin û ev îdia hate kirin: “Di çarçoveya Peymana KCK’ê de hatine avakirin.”    CEZAYÊ LI LEYLA GUVEN HATIYE BIRÎN WEKE HINCET HATE NÎŞANDAN    Daxuyaniyên têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê hatine destpêkirin, tevlibûna merasîmên cenaze û şînan, parvekirinên li ser medyaya dijîtal jî di biryara bihincet de weke çalakiya “terorê” hatin nirxandin. Dadgeha ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven didarizîne, cezayên 22 sal û 3 meh û ji dosyayeke din jî cezayê 11 sal û 7 meh cezayê hevsê dabû, ev biryarên xwe bi bîr xist. Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî ev nirxandin hatiye kirin: “… qaşo xwe feda kiriye, ev daxwaza çalakiyê û çalakiyên terorê yên PKK/KCK di şexsê wê de kom bûne, ji ber ku di şexsê wê de kom bûne jî gelek kes sewqî vî sûcî kiriye...”    Tevlibûna Gokkan a du çalakiyên ji bo Guven hatine lidarxistin, tevlibûna merasîma cenazeyan û tevlibûna wê ya çalakiyên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine lidarxistin, weke “banga rêxistinê” hatiye nirxandin û parastina Gokkan a li dadgehê jî weke sûc hatiye nirxandin.    DI BIRYARA BIHINCET DE ŞÎROVEYA ‘SÎSÎFOS’   Di biryara bihincet de şexsiyeta Gokkan û têkoşîna jinan yekser hedef hate girtin û fikr û şexsiyeta Gokkan bi gotinên weke “derew”, “nîjadperest”, “faşîzan”, “mîrateya xerab a arkaîk”, “aketîpa ters”, bi bîr xistina qral Sîsîfos û bi gotina “karê nebikêr ê Sîsîfos bi dilxwazî her tim dubare dike”,  bi peyva “dîstopya” ku dijbertiya pêşerojeke xerab, otorîter, zexter û dijberê utopyayê îfade dike, bi peyva “esrîk” ku tê wateya kesê/a araq vexwarî yan jî tiryak kişandî yan jî ji ber sedemeke din ji ser hemdê xwe çûyî û bi pênaseya “Senaryoya gihandinê” ku tê wateya ronakkirina kesekî û gihandina wî/wê ji hêla zanîn û tevgeran ve, hedef girt.    Bi domdarî di biryara bihincet de fikr û şexsiyeta Gokkan bi van gotinan hedef hate girtin: “Dema gotin û nivîsên wê, naverokên parastina rêxistinî, dokumanên rêxistinî yên hatine bidestxistin û  weşanên qedexe tên lêkolînkirin; hatiye tespîtkirin ku çalakiyên wê xwe dispêrên xeyalên dîstopyayê, bi îlhama esrîk hatine bidestxistin, tê de pir zêde şêwe û cureyên mîrateya xerab a arkaîk û ji arketîpên ters pêk tê, bi awayeke domdar tê de şopên ‘senaryoyên gihandina jinan’ hene, di gotinên wê de gelemperî tişta derdikeve pêş ev e; mirovahî ji heman kok û bav nehatiye, gotinên wê ji wate û naverokeke kûr bêpar in, bi awayekî sîstematîk xwe dispêrin xîtabeta nîjadperest, gotinên wê di mirovan de hestên êrişkariyê û nefretê pêş dixe, ‘karê Sîsîfos bi awayekê nebikêr her tim bi dilxwazî dubare dike, bi gotinên xwe yên cihêkar û faşîzan re dilxwaziya zêde ya bi rêxistinê re raxistiye pêş çavan.”   Di biryara bihincet de ji bo vegirtina kon jî ev sûcdarî hatiye kirin: “Kon, bi mebesta xebatên rêxistinê hatiye vegirtin û sûcê alîkarîdayîna rêxistinê hatiye kirin.” Bi vê yekê re biryar hate dayîn ku Gokkan were cezakirin.