Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin 2023-05-06 12:26:56   STENBOL - Tevî biryara “binpêkirinê” ya AYM’ê jî dorpêça li ser Qada Galatasarayê didome. Dayikên Şemiyê û parastvanên mafan ên dixwestin li qadê daxuyaniyê bidin rastî êrişa polîsan hatin. Di encamê de 23 kes hatin binçavkirin.    Dayikên Şemiyê ku bi daxwaza hînbûna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan her hefteyê çalakiyê li dar dixin, di hefteya 945’an de jî hatin ba hev. Li gel ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara “binpêkirinê” daye jî, dorpêça polîsan a li ser Qada Galatasarayê didome. Dayikên Şemiyê û parastvanên mafan xwestin li qadê daxuyaniyê bidin. Lê belê vê hefteyê jî rastî astengkirin û êrişa polîsan hatin.    Dayik û kesên pê re, ji ewil li pêşiya bariyerên polîsan ên li qadê hatin dorpêçkirin û piştre jî hatin binçavkirin. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û parêzer Merîç Eyûpoglû jî tev li çalakiya vê hefteyê bûn. Dayikên ku bi mertalan hatin dorpêçkirin, bertek nîşan dan. Her wiha rojnamegerên ku nûçe dişopandin û xwestin dîmen û wêneyan bikişînin, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.    Piştre jî Dayikên Şemiyê û Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî jî di nav de bi giştî 23 kes hatin binçavkirin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hanîfe Yildiz, Mîkaîl Kirbayir, Îrfan Bîlgîn,  Masîde Ocak,  Hasan Karakoç,  Faruk Eren, Fîlîz Karakuş,  Sebla Arcan, Şebnem Korur Fîncanci, Gulseren Yolerî, Umît Efe, Leman Yurtsever, Meryem Goktepe, Gamze Hizli, Mumtaz Mûrat Kok, Merîç Eyûboglû, Erhan Pekçe, Sînan Gokçen, Alî Tosun, Yaşar Demîrcan, Nîmet Tanrikulu, Hîlmiye Oz û Done Gevher.”