Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan 2023-05-06 12:30:30   STENBOL - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek di mitînga Esenyurtê de axivî û wiha got: “Hinek biisrar vê sedsalê weke ‘sedsala bêkurd’ pênase dikin. Em li vir bang dikin; ev sedsal dê bibe sedsala kurdan. AKP dê di vê sedsalê de tune be.”    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Esenyurt a Stenbolê bi dirûşma “Em hêvî, berxwedan û têkoşînê mezin dikin” mitîng li dar xist. Namzetên parlamenteriyê Dêrsim Dag,  Çîçek Otlu, Cengîz Çîçek û Îskender Bayhan û Başak Demîrtaş tev li mitîngê bûn. Beriya destpêkirina mitîngê, bi sedan kes bi coşeke mezin li qadê hatin ba hev.  Qada mitîngê bi alayên Partiya Çepên Kesk hatibû xemilandin û jin û zilam bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li mitîngê bûn. Girseyê tililî avêtin û li ber stranên kurdî govend gerandin.    ‘ÇAPEMENIYA AZAD NAYÊ BÊDENGKIRIN’    Hejmara girseya ku bênavbera dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz dikir di demekî kin de gihişt bi hezaran. Stranên li qadê hatine gotin jî diyarî girtiyên siyasî hatin kirin. Di mitîngê de her wiha kedkarên Çapemeniya Azadiyê yên di bin zexta biçavkirin û girtinê de jî nehatin jibîrkirin û dirûşmên “Em xwedî li Çapemeniya Azad derkevin” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin.    Ji Koma Muzîkê ya Zenê, Zîlan Nar derket ser dikê û mitîng dest pê kir. Bi stranên kurdî re coşa girseyê derket lûtkeyê. Piştre jî hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) derketin ser dikê û stranên xwe diyarî dayikên têkoşer kirin. Piştre jî hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Esenyurtê derketin ser dikê û girse silav kirin.    ‘BILA LI VÊ QADÊ BINÊRIN’   Piştre jî Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu derket ser dikê û axivî. Encu, girse bi kurdî silav kir û wiha got: “Tu kes nikare xwe li hemberî îradeya me bigire. Em ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de îradeya xwe nîşan bidin. Digotin; ‘em ê bi rêya binçavkirin û girtinan îradeya kurdan teslîm bigirin.’ Lê xelkê Esenyurtê careke din bi vê bersiva xwe nîşan da ku tu kes nikare vî gelî teslîm bigire.”    NAMZET DAN NASÎN   Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên herêma 3’yemîn hatin danasîn. Namzetê parlamenteriyê Îskender Bayhan got ku îktîdara AKP-MHP’ê bi derewan siyasetê dike û ev tişt anî ziman: “Hûn ji pere, sermaye, dolar, euro, luks û dewlemendiyê hez dikin. Tu eleqeya te bi karker û kedkaran re nema ye. Lê ev kesên li vê meydanê û yên li her çar aliyên Tirkiyeyê dê di 14’ê Gulanê de hesaba vê ji te bipirse.”    DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’   Namzeta parlamenteriyê Çîçek Otlu jî dema navê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi lêv kirî, qada mitîngê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.  Otlu, axaftina xwe wiha domand: “Em ê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin. Gelo ma soza me ji bo Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û bi hezaran girtiyên siyasî nîne? Wê demê gelo em amade ne ku ji bo azadiya wan girtiyên siyasî bixebitin?” Li ser pirsa Otlu, girseyê bi yek dengî bersiva “Erê” da. Otlu, wiha dirêjî da ax aftina xwe: “Em ê vê faşîzmê bi vê coşê, bi îradeya ciwanan, gelê kurd û bi îradeya birêz Abdullah Ocalan têk bibin. Em ê ne tenê li ser sindoqê lê li kolanan jî têk bibin. Em ê vê rejîmê hilweşînin. Banga min ji bo her kesî ew e ku sibe tev li mitînga jinan a li Parka Yogurtçuyê bibin.” Otlu, axaftina xwe bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî kir.    SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ NAME ŞAND   Başak Demîrtaş bi çepik û dirûşman derket ser dikê. Demîrtaş, got ku ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş silav anîne. Piştre jî Demîrtaş, nameya Selahattîn Demîrtaş xwend. Nameya Demîrtaş wiha ye: “Merheba, gelê me yê hêja. Ricayeke min ji we heye. Herin bûroyên hilbijartinê yên taxan û bibin peywirdarên sindoqan. Dengên ku gel dide herî zêde jî emanetî we ne. Hûn pêşengên vê têkoşînê ne. Parastina vîna gel û emanetê wan peywira we ye. Di roja hilbijartinê de li ser sindoqan bibin peywirdar. Bi hesretek mezin silav û hezkirinên xwe bo we dişînim.” Piştrejî Başak Demîrtaş axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bo hilbijartinan 8 roj mane. Dê encamên vê hilbijartinê jî Stenbol diyar bike. Û ez di wê baweriyê de me ku piraniya xelkê Stenbolê dê bibêje ‘guherîn û Partiya Çepên Kesk.’ Heta roja hilbijartinê em ê ji dil û can bixebitin. Em ê partiya xwe bi awayekî xurt bişînin meclisê.”    ‘EM Ê DIJMINÊN KURDAN TÊK BIBIN’   Namzeta parlamenteriyê Dêrsim Dag jî destnîşan kir ku dewlet hewl dide gelê kurd, ziman û çanda wan tune bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em bi çand, ziman û nasnameya xwe li qadan e. Kî dijminatiyê li kurdan bike, em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin. Em ê îktîdara AKP’ê ku dijminatiyê li kurdan dike têk bibin. Ev îktîdar ne tenê dijminatiyê li kurdan dike, di heman demê de dijminê jinan, ciwanan, xwezayê, zimanan û çandan e. Îradeya kurdan nas nakin û qeyûman tayîn dikin. Ji bo ku kurdan li derveyî siyasetê bihêlin, siyasetmedaran digirin. AKP, bi polîtîkayên şerê taybet re her roj ciwan û jinên kurd qetil dike. Roj nîne ku em jin û ciwanên kurdan binax nekin. Her roj radibin û ji me re dibêjin; ‘Me ÎHA û SÎHA çêkirin. Ma hûn dizanin bê ka gule bi çiqasî ne.’ Em nizanin gule bi çiqasî ne lê em dizanin bê ka hûn bi wan guleyan kê dikujin. Gelê kurd ê îktîdara AKP-MHP’ê di 14’ê Gulanê de bişîne sergoya dîrokê. Me çawa ku li Stenbolê bi wan da windakirin, dê van hilbijartinan jî bi wan bidin windakirin. Dê têkçûna wan bi destê kurdan be. Dê gelê kurd û dostên wan bi ser kevin. Em ê serkeftina xwe ya 14’ê Gulanê bi govendê pîroz bikin.”    ‘EM Ê JI BÎR NEKIN Û NEDIN JIBÎRKIRIN’   Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê Cengîz Çîçek derket ser dikê. Çîçek, bi gotina “Silav ji bo jinên bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ re ev sedsal kirin sedsala jinan. Silav ji bo ciwanên şoreşger ên dibêjin ‘me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser kevin.’ Silav ji bo kedkarên jiyanê hildiberînin, yên jiyanê birêxistin dikin. Silav ji bo zarokên Kawayê Şoreşger ên li dijî Dehaq têdikoşin.”    Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Doza me, doza azadiyê ya biisrar a li dijî faşîzmê ye. Em ê di 14’ê Gulanê de vê îktîdara faşîst têk bibin. Lê ev tenê hilbijartinek nîne. Ev hilbijartin dê di navbera dayika Halîse Aksoy ku hestiyên zarokê wê bi kargoyê radestî wê hatibûn kirin û niha di girtîgehê de û di navbera kesên bi wesayîtên cenazeyan tiryakê vediguhêzin de ye. Divê em vê ji bîr nekin. Ev hilbijartin; di navbera girtiyê nexweş ê 84 salî Mehmet Emîn Ozkan û hîzbûlahiyê ji cînayet û komkujiyên bi girêka baraz hatine kirin berpirsyar û hatiye berdan de ye. Ev hilbijartin di navbera xwezaya hatiye talankirin û di navbera Erdogan û Çeteya 5’an ên Heskîf di bin avê de hiştî de ye. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.    Ev hilbijartin, di navbera di hezzaran kesên di erdheja 6’ê Sibatê de di bin kavilan de mayîn û di navbera kesên bajar li ber rantê vekirin de ne. Ev hilbijartin di navbera daxwaza hemwelatiya wekhev û bazirganên dîn de ye. Ev hilbijartin di navbera gelê kurd ê ji bilî azadiyê tu derdê wan tune ye û Erdogan de ye. Hinek biisrar dibêjin; ‘ev sedsal dê bibe sedsala bêyî kurd.’ Em li vir careke din bang dikin; ev sedsal dê bibe sedsala kurdan. Dê AKP di vê sedsalê de tune be. Erdogan dê di 14’ê Gulanê de têk biçe.”    ‘DOR DORA BERXWEDÊRAN E’   Bi domdarî Çîçek got ku îktîdara AKP-MHP’ê ketiye nava tirsa têkçûnê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê tirsê êrişan dikin. Dibêjin; ‘14’ê Gulanê hewldana darbeya siyasî ye.’ Ka herin karê xwe. 116 hevalên me yên xebatên hilbijartinê dikirin, di nava 10 rojên dawî de hatin girtin. Waliyê Şirnexê ji bo AKP’ê dengan kom dike. Melayên AKP’ê, li mizgeftan propagandaya AKP’ê dikin. Endamên daraz û hêzên ewlekariyê bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin. Em li vir vê bangê li kesên dibêjin ‘darbeya siyasî’ dikin; Suleyman li eynikê binêre wê demê dê bibînî bê ka darbekar kî ye. Em ê AKP’ê li ser sindoqê têk bibin. Em ê di 14’ê Gulanê de bi hev re vê pergala şêlandinê bi dawî bikin. Li Esenyurtê êdî dora me ye, dora berxwedêran e.”    Piştî axaftinan, girseyê li ber stranan xelekên govendê gerandin. Mitîng, bi dirûşm, tililî û çepikan bi dawî bû.