Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr 2023-05-06 13:38:42   SEMSÛR - Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku ew dê welatiyên Semsûrê yên derveyî bajêr bi otobûsan bînin bajêr û bang li hilbijêran kirin ku bi wan re bikevin têkiliyê.   Yek ji bajarê di erdhejên navênda wan Mereşê de bi bandor bû Semsûr e. Semsûr di bin bandora erdhejê de hilbijartinên 14’ê Gulanê pêşwazî dike. Li Semsûrê gelek welatî ji ber erdhejê neçar bûn koçî derveyî bajêr bikin. Partiya Çepên Kesk jî ji bo hilbijêrên derveyî bajêr dengên xwe bi kar bînin xebatên xwe didomîne.   Partiya Çepên Kesk li ser medyaya xwe ya dîjîtal ragihand ku, ew dê di hilbijartinan de hilbijêran li bajarên ku lê dijîn bînin Semsûrê û bang li hilbijeran kirin ku bila hejmarên ku wan ragihandine re tekiliyê deynin. Her wiha di parvekirine de girîngiya hilbijartinan jî hat destnîşankirin û bang li hilbijeran kirin ku dengên xwe bi kar bînin.