Dayikên Şemiyê: Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin 2023-05-06 15:27:04   STENBOL - Dayikên Şemiyê, têkildarî kesên di çalakiya wan a 945’emîn de hatin binçavkirin, anîn ziman ku dê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.    Dayikên Şemiyê xwest ku di hefteya 945’emîn de jî çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta mirovên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin li dar dixin, li Qada Galatasarayê pêk bînin lê polîsan dayik û parazvanên mirovan binçavkirin.  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî kesên hatin binçavkirin li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Hatîce Onaran a daxuyanî da, diyar kir ku li dijî polîtîkayên zextker ên 5 heftene li dijî Dayikên Şemiyê tên sepandin bêdeng namînin û wiha got: “Em di hefteya çalakiya xwe ya di 945’emîn de careke din bi bîr dixin: Hemû aktorên ku hêza cemaweriyê bikartînin, mecbûr in li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tevbigerin. Walîtiya Stenbolê, Qeymeqamtiya Beyoglûyê û Miduriyeta Polîsan a Stenbolê neçare li gorî biryarên AYM’ê tevbigere. Israra di binpêkirinê de sûc e û em ê bibin şopdarê vî sûcî.”   YA TÊ KIRIN BÊEDALETÎ YE!   Yek ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosûn, da zanîn ku wê dest ji lêgerîna edaletê bernedin û wiha got: “Ev tişta ku desthilat dike bêedaletî ye. Em ê dest ji biryardariya xwe bernedin.”