Li Botanê coşa hilbijartinê: Em di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan 2023-05-06 16:49:55   ŞIRNEX - Li navçe û bajarokên Botanê Partiya Çepên Kesk lez dane xebatên xwe. Bang li dikandaran û gel hat kirin ku 14'ê Gulanê biçin ser sindoqan.    Li bajarokê Erebanê ya bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve bi tevlibûna namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Bedirhan Osal, rêveberên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên navçeyê şahî hat lidarxistin. Beriya şahiyê jin û ciwanan govend gerand.    Di şahiyê de namzetê Partiya Çepên Kesk Bedirhan Osal axivî. Osal bal kişand ser tifaqa gel û got: "Her hilbijartinek girînge. Lê girinya vê hilbijartinê cuda ye. Her cûreyê êrîş komkujî li ser gelê me bikar anî. Dem hatiye ku em êdî ji vê zilmê re bibêjin bese. Her gelek bi tifaqa xwe biser ketiye. Ji ber wê tifaqa me girînge. Ji ber wê di vê hilbijartinê de tifaqa me girînge û bi wate ye. Em hêvî dikin ku em ê 15’ê Gulanê bi hevre dîlana yekitiyê bigirin.”   CIZÎR   Li navçeya Cizîrê jî bi beşdariya namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal serdana dikandaran hat kirin û ji dikandaran hat xwestin ku 14’ê Gulanê biçin ser sindoqan. Her wiha ji bo mitinga ku sibê li Şirnexê bê lidarxistin jî bang hat kirin.   KERBORAN    Li navçeya Kerborana Mêrdînê jî bi tevlibûna namzeta Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan û rêxistina Partiya Çepên Kesk a Kerboranê bi gel re civiyan.    SILOPIYA   Li bajarokên Gite û Bêspîn yên bi ser navçeya Silopiya ve jî bi tevlibûna parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr şahiyên gel hatin lidarxistin.