Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin 2023-05-06 19:09:09   NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR'ê ragihand ku li Îdlibê di êrişa hêzên Fetih El Mubînê de leşkerekî hikûmeta Şamê miriye û 2 jî birîndar bûn.    Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên paramîlîter ên ′Fetih El Mubîn′ê  hêzên hikumeta Şamê yên li derdora Birêc a başûrê Idlibê kirin hedef. Di encamê de leşkerek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.   Ji serê salê ve li “herêma bêçek” 112 êriş û pevçûnên dualî yên hikumeta Şamê, komên girêdayî wê û hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û welatiyên herêmê de rû dane. Di van êrişan de herî kêm 140 kes birîndar bûne ku 34 ji wan sivîl bûne.