'Ji bo parastina sindoqan bibin muşahid' 2023-05-07 09:01:35   MELETÎ – Hevserokê HDP yê Meletiyê Kemal Gedîk bal kişand ser girîngiya ewlehiya sindoqan û bang li şêniyên Meletiyê kir ku bibin muşahidê Partiya Çepên Kesk.    Li Meletiyê ku bandoreke mezin ji erdhejên Mereşê girt, di bin bandora erdhejê de hilbijartinên 14'ê Gulanê pêşwazî dike. Li Meletiyê 530 hezar û 714 hilbijêr dê li  hezar û 900 sindoqan dengê xwe bi kar bînin. Li Meletiyê ji ber ku ji ber erdhejê gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî ji neçarî koç kirine, li vir tişta herî girîng ewlehiya sindoqan e. Partiya Çepên Kesk ku ji ber cara yekem dikeve hibijartinan, ji xeynî muşahidan nikare kesî li ser sindoqan wezîfedar bike.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Meletiyê Kemal Gedîk ku têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, îşaret bi parastina sindoqan kur û bang li şêniyên Meletiyê kir ku bibin muşahidê Partiya Çepên Kesk.    EWLEHIYA SINDOQAN   Gedîk bibîbir xist ku ji ber doza girtinê ya der barê HDP'ê de ew ê di bin banê Partiya Çepên Kesk de tevlî hilbijartinê bibin û ev tişt gotin: "Di van hilbijartinan de em nikarin peywirdarên sindoqan tayin bikin. Ji ber vê jî ewlehiya sindoqan pir girîng e. Em ji berê ve dizanin ku AKP-MHP dikare çi bike. Berê 3 milyon dengên bêmohr pêjirandibûn. Ji ber vê yekê jî tu baweriya me bi Lîjneya Sindoqan tune ye. Ji ber vê jî em ji gelê xwe yê Meletiyê re dibêjin ku bila di van hilbijartinan de li cem me bin."   'PÊDIVÎ BI PARTIYA ÇEPÊN KESK HEYE'   Gedîk bi domdarî destnîşan kir ku heke ew bikarbin sindoqan biparêzin wê ji Meletiyê herî kêm parlamenerekî bişînin meclisê û wiha got: "Li Meletiyê keraseteke erdhejê qewimî. Di vê kerasetê de gel tu saziyeke dewletê li cem xwe nedît. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de ya herî girîng, ji nû ve avakirina bajêr e. Ji bo ji nû ve avakirineke ewle divê Partiya Çepên Kesk di meclisê de be û pirsgirêkên vî bajarî bîne rojevê û pirsgirêkên heyî jî çareser bike. Êdî divê li Meletiyê guherînek pêk were. Heke em sindoqan biparêzin em ê karibin ji Meletiyê 2 parlementeran bişînin meclisê. Ji ber vê yekê em ji gelê xwe re dibêjin xwedî li partiya xwe û dengên xwe derkevin."   'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Di dawiya axaftina xwe de Gedîk der barê xebatên partiyên ji bo ewlehiay sindoqan de jî ev tişt gotin: "Em ji bo li se rher sindoqê muşahidên me hebin, em dixebitin Di vê pêvajoyê de em dixwazin ku gelê me jî alîkariya me bike. Banga me li gelê Meletiyê ev e ku bila teqez xwedî li sindoqan derkeve. Bila têkiliyê bi me re deynin û qertên xwe yên muşahîdiyê bigrin. Tu baweriya me bi partiyên din jî tune ye, dengên xwe tenê em dikarin biparêzin. Bila hilbijerên me bibin muşahid û li ser sindoqan bisekinin. Bila mazbateya sindoqan bigrin û heta ev sindoq biçin Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê sindoqa xwe bişopînin. Em  û gelê xwe em ê bi hev re ji Meletê parlementerekî bişînin meclisê."    MA / Mahmût Altintaş