Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin 2023-05-07 10:25:25   MÊRDÎN - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk George Aslan ê suryan, li dijî cuntaya 12’ê Îlonê li zindanê alaya şoreşgeriyê li ba kir û ev 40 sal in vê têkoşînê didomîne. Aslan, li xaka ku jê hatibû sirgûnkirin weke nûnerê gelê xwe vegeriya.    Partiya Çepên Kesk hewl dide nûnerên hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê bişîne meclisê. Yek ji van namzetan jî namzetê Mêrdînê yê suryan George Aslan e. Aslan, 37 sal berê ji ber xebatên xwe yên siyasî neçar ma ku ji Tirkiyeyê sirgûnî Ewropayê bibe. Aslan, ji taxa Arbo ya Nisêbînê ye, di dema darbeya 12’ê Îlonê de ji ber xebatên xwe yên siyasî hate girtin û li Girtîgeha Mamakê hate ragirtin. Demekî kin di girtîgehê de ma û piştî ku cezayê wî teqez bû, di sala 1986’an de neçar ma ku sirgûnî Ewropayê bibe. Aslan, li bajarên Ewropayê jî di nava saziyên asur-suryanan de xebatên xwe domand. Li gel saziyên asur-suryanan ên li Ewropayê, her wiha kovara siyasî ya Şîmşo ku zimanê suryanî jî di nav de bi giştî bi 5 zimanan weşanê dike derxist. Aslan, di nava saziyên kurdistanî yên li Hollandayê de jî xebatên xwe domand.    ‘EM NE JI WELÊT NE JÎ JI SIYASETÊ QUT BÛN’   Aslan, 37 sal piştre cara ewil e vedigera warê xwe Mêrdînê. Aslan, bi bîr xist ku koçberkirina suryanan ên ewilî piştî Komkujiya Seyfo ya di sala 1915’an de li dijî suryanan hatiye kirin dest pê kirine. Aslan, axaftina xwe wiha domand: “Piştî koçberiyên salên 1970’an, di van demên dawî de veger dest pê kirine. Tevî van koçberkirinan jî em ne ji welatê xwe û ne jî ji siyasetê qut bûn. Dema cara ewil hatim vê derê, min got qey dê Mêdîna berê, Nisêbîna berê, gundê xwe yê berê ku lê ji dayik bûbûm û mezin bûbûm bibînim. Dema hatim, yekser çûm gundê xwe. Lê bi navê gund tu tiştek nema bû. Bi rastî jî ji ber vê gelek xemgîn bûm. Min dixwest ku wan coxînên min di nav de top dilîst bibînim, wan kolanan bibînim. Lê min li şûna wan gundekî ewropayî yê modern dît. Lewma vê yekê bandor li min kir. Dema çûm Mîdyadê jî min bajarekî cuda dît. Dema çûm Nisêbînê jî heman tişt bû. Heta ku çûm Sûka Qaçaxçiyan. Tenê ew der neguherîbû.”    ‘EZ Ê NEHÊLIM EW ALA BIKEVE’   Aslan, diyar kir ku soza wî ya ewil dayî “Ez ê bibim dengê gel” bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 40 sal in di nava têkoşîna şoreşgeriyê de me. Min, alaya têkoşîna şoreşger di sersibeha 12’ê îlona 1980’an saet di 04.00’an de bi tevlibûna berxwedana ewilî ya li dijî cuntayê li ba kir. Ji wê rojê heta niha ew ala her tim li ba ye. Dê heta dawiya emrê xwe jî her tim li ba bikim.”    ‘JI BO BIDAWÎBÛNA RÊVEBERIYA FAŞÎST’   Bi domdarî Aslan bang li gelê suryan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji damezirandina komarê heta niha tekane partiyên ku girîngiyê didin gel û rengên cuda, partiyên ji kevneşopiya HEP’ê tên e. Partiya Çepên Kesk jî berdewamiya vê kevneşopiyê ye. Di vê çarçoveyê de jî gelek mirov weke nûnerên gelan şand parlamentoyê. Banga min a ji bo gelê me ew e ku di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ji bo ku li Tirkiyeyê guherîn çêbibe û ji bo bidawîbûna rêveberiya faşîst, di hilbijartina serokkomariyê de dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.”    MA / Ahmet Kanbal