Erbakan û Cubbelî bi hev re ne 2023-05-07 12:58:28   ENQERE - Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan ku di wesayîta hilbijartinê de bi reşkirina rûyê jinê kete rojevê, serdana Cubbelî Ahmet kir.    Serdanên partiyên ku di nav Tifaqa Cûmhûr de cih digirin ên cemaetan didomin. Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan, li mala Ahmet Mahmûd Unlu yê ji Cemaeta Îsmaîlaga û weke “Cubbelî Ahmet” tê zanîn serdana wî kir. Partiya Yenîden Refah di rojên derbasbûyî de di otobusên hilbijartinê de bi reşkirina rûyê jinan hatibû rojevê. Unlu jî bi dijminatiya jinan û heqaretên li dijî kurdan tê zanîn.    Balkêşe ku Erbakan di serdana xwe ya Cubbelî Ahmet de wiha got: “Em ê pêşiyê li tevgerên ji rêderketî re bigirin.