Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe 2023-05-07 13:10:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li Şirnex, Êlih, Stenbol, Balikesîrê, Sêrt, Dîlok, Manîsa, Bursa û Tekîrdagê mitîngên hilbijartinê li dar dixe û bi gel re hevdîtinan dike.    Partiya Çepên Kesk li Şirnex, Êlih, Stenbol, Balikesîrê, Sêrt, Dîlok, Manîsa, Bursa û Tekîrdagê mitîngên hilbijartinê li dar dixe û bi gel re hevdîtinan dike. Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li rex Walîtiya Şirnexê; li Qada Cumhuriyetê ya navçeya Edremît a Balikesîrê; bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ji Partiya Komunist a Kurdistanê Kazim Turhal û Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî li Parka Jinan a 8’ê Adarê ya Êlihê; bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş li Parka Yogurtçu ya Kadikoy a Stenbolê Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li Qada Demokrasiyê ya Sêrtê; bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz û Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş li Qada Lale ya Manîsayê; bi tevlibûna Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Cavît Ugur û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li Qada Newrozê ya Dîlokê; bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel li Qada Merînos a Bursayê û bi tevlibûna hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder li Qada Heykel a Çorlu ya Tekîrdagê mitîng û hevdîtinên bi gel re li dar dixe. dê mitîngê li dar bixe û bi gel re hevdîtinê bike.    Bi hezaran kes tev li mitîng û hevdîtinên bi gel re bûne û axaftin tên kirin.