Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin 2023-05-07 13:22:30   RIHA - Şaredariya Xelfetiyê ya AKP’î bi hinceta “temîrkirin-çêkirinê” standa Partiya Çepên Kesk rakir û li şûna wê standa AKP’ê danî.    Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê ku di destê AKP’ê de ye, standa Rêveberiya Partiya Çepên Kesk rakir û di nîvşevê de standa AKP’ê danî û konê wê vegirt. Partiya Çepên Kesk li Parka 4’ê Nîsanê ya li Taxa Karaotlakê standa hilbijartinê danî. Zabiteyên şaredariyê 2 roj berê hatin û xwestin bi hinceta “pêşiya saziya cemaweriyê digire” standê rakin. Endamên partiyê jî diyar kirin ku standa wan li gorî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê guncav e.    Zabite, duh bi makîneyên kar hatin cihê standê û bi hinceta “temîrkirin-çêkirinê” xebat dan desptêkirin. Endamên partiyê jî bi sedema “temîrkirin-çêkirinê” heta demekê standa xwe rakirin. Zabiteyan îro di danê sibehê de jî li cihê standa Partiya Çepên Kesk, standa AKP’ê danîn û konê wê vegirt.