Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir 2023-05-07 14:17:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Serçeteyê bi navê Ahmet Mamdouh li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye, destdirêjî li zaroka 10 salî kir.    Sepanên dermirovî yên komên paramîlîter ên li dijî jin û zarokên Efrînê didomin ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin. Hat zanîn ku herî dawî serçeteyê komeke paramîlîter a girêdayî dewleta tirk destdirêjî li zaroka 10 salî kiriye.    Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Serokê koma çete ya El Amshat’ê ya girêdayî hêza dagirker a tirk Ahmed Mamdouh li navçeyan Shih a Efrînê zaroka keç a 10 salî tecawiz kir. Vî çeteyî piştî sûcê xwe, reviya gundê Kura yê navçeya Cindirêsê. Ev bûyer û ev sûc ne sûcê ewile ku Tirkiye û çeteyên girêdayî wê li Efrîna dagirkirî li dijî jin û zarokan dikin. Êrişên tecawizê, komkujiyên li dijî gel û revandina mirovan, êdî bûne bûyerên ji rêzê. Efrîn ev 5 sal in dagirkirî ye û sepanên dermirovî yên li vir bênavber didomin.”