Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin 2023-05-07 15:32:08   ÊLIH - Li Êlihê Partiya Çepên Kesk bi beşdariya deh hezaran kes mitîng li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir da zanîn ku wê partiya wan dawî li tifaqa Torosên Spî bîne. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku divê gelê Batmanê dawî li tifaqa salên 90’î bîne.    Partiya Çepên Kesk li Êlihê mitîng li dar dixe. Mitîng li Parka 8’ê Adarê ya li taxa Kulturê tê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, nûnerên pêkhateyên Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, namzetên Partiya Çepên Kesk ên Êlihê beşdarî mitîngê bûn.    CIWANAN MEŞ LI DAR XIST    Ciwanan heta qada mitîngê meş li dar xistin û bênavber dirûşm berz kirin. Pankarta “Dawî wê bi heybet be” balê dikişîne ser xwe. Gel bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo" berz dikin. Jin bi cilên xwe netewî beşdar bûne.    Pankartên ku gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li serê nivîsandî ne balê dikişînin ser xwe.    Li qada mitîngê girse demek dirêj li ber stranan govend gerand. Dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re ji qadê olan didin.    Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Mitîng bi hemû coş û kelecanê berdewam kir.  Ewilî namzetên Partiya Çepên Kesk ên Êlihê Keskîn Bayindir, Zeynep Odûncû, Mehmet Ruştu Tiryakî, Nûrten Ertûgrûl û Ekrem Baran derketin ser dikê û gel silav kirin. Beriya Sancar û Bayindir, nûnerên partiyên Kurdistanî û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran gel silav kirin û axivîn.    Paşê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û peyamên girîng dan.    BAYINDIR: BATMAN RENGÊ XWE DIYAR KIRIYE 5-0   Axaftina Bayindir wiha ye:   Gelê me yê Batmanê hûn bi xêr hatin.    Ji îro ve Batmanê renge xwe diyar kiriye û 5-0 e. Em bi ser ketin û em ê îro jî bi ser bikevin. Em ê bi berxwedana ciwanan û jinan bi ser bikevin. Wê serkeftin a gelê Batmanê be. Roja serkeftinê û serfiraziyê nêzîk e. Em ê dawî li tifaqa Torosên Spî bînin. Em ê wan bikin partiya wan bikin partiya tabela û tabela wan bidin pişta wan. Bangawaziya me li gelê me ew e; ev tifaqa tifaqa Torosên Spî ye. Ev der warê ye rê nedin wan. Frêna kamyona AKP-MHP’ê teqiyayeye. Banga me li gelê me ew e ku li wê kamyona frênê wê teqiyayî siwar nebin. Werin ev partî mala we ye. Li mala xwe xwedî derkevin.    EM Ê ZILM Û TALANÊ BIQEDÎNIN   Em dibêjin em ê di 15’ê Gulanê biqedînin vê zilm û talanê. Ji roja serkeftin û serfiraziyê re hefteyek ma. Mal bi mal digerin nîvzîrk û çarîkan belav dikin. Dixwazin gelê me bi xapînin. Lê zêr û çarîkan bixwin wek şîrê dayika we helal e, lê ray nedin wan.    Em heta 14’ê Gulanê yek deqîqeyek nesekinin. Wê ev hilbijartin serkeftinê ji me re bîne. Wê serkeftin bibe serkeftina ciwanan. Peyama me ev e; Wê dawiya wê muhteşem be. Bila baweriya we hebe.    BI ZÊRAN DENGAN DIKIRIN   Delal û şîrînên ber dilê me. Hinek partî mal bi mal digerin û dibêjin ray bidin me. Ji bilî Partiya Çepên Kesk yek rayek me bil avala neçe. Partiya me tenê Partiya Çepên Kesk e. Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdana xwe, yên ku dawiya AKP-MHP’ê bîne partiya me ye. Heqîqet û temsîliyet partiya me ye.    BILA RAYEK WE JI TOROSÊN SPÎ RE NEÇE   Hûn ji xeynî me rayek jî biavêjin wê ji tifaqa Torosên Spî re here. Lewma 14’ê Gulanê rojek dîrokî û girîng e. Sindoqên xwe terk nekin. Xwedî li îradeya xwe derkevin. Ber dibistanan terk nekin. Wê ev yek serkeftina me bîne.    Em ê 15’ê Gulanê li vê qadê bi beşdariya 100 hezaran li govenda azadiyê bigerînin. Ez ji niha ve mizgîniya serkeftinê didim.    PEYAMA DEMÎRTAŞ    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi awayek qeyda deng peyamek bo mitînga Êlihê şand. Demîrtaş di peyama xwe de silav li gel kir û banga mezinkirina Partiya Çepên Kesk û xwedî derketinê kir. Demîrtaş bang li gel kir ku rayek bidin Partiya Çepên Kesk û rayek jî bidin Kemal Kiliçdaroglû.    'EM XWEDÎ LI DÎROKA XWE DERKEVIN'   Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk derketin ser dikê û gel silav kirin û xwestin her kes li dijî talan dîrokê, qedexeyên ziman û çanda kurdî dengê xwe bidin partiya wan.    SANCAR: BATMAN EM LI BENDA SERKEFTINA TE NE   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derket ser dikê û gel silav kir.    Axaftina Sancar wiha ye:    “Gelê Êlihê ez web i dilgermî silav dikim. Ji bo vê coşa we hezar car spasiya we dikim.    Hefteyek ma. Batman wê dawî li rejîma yek zilamî bîne. Wê Batman rêya Partiya Çepên Kesk ronî bike.    Hûn nebin em tune ne. Jin, ciwan û gelê me rêya me vedike û me ber bi serkeftinê dibin. Em bi hezaran car bi we serbilind in.    Dirûşma Jin jiyan azadî îro li hemû dinyayê olan dide. Çavkaniya vê dirûşmeyê tevgera azadiya jinên kurd e. Lewma em dîsa dibêjin Jin jiyan azadî.    Li hemberî me tifaqa AKP-MHP’ê û komikên xwe hene. Ev tifaqa tarî û talanê ye. Tifaqa kîndariyê, dijmin û nefretê ye. Li dijî wan tifaqa gelan û tifaqa gelê kurd heye. Tifaqa herî mezin tifaqa gelê me ye û em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Kirin û nekirin nikaribûn me ji rêya me bikin. Çimkî me çong li ber wan danenî. Çimkî em mafdar in.    BATMAN CIHÊ XÊR Û BERÊ YE    Batman yek ji bajarên feqîrî û betalî lê heye ye. Batman cihek xêr û berê ye. Petrola wê heye. Deşta wê heye. Ava wê heye. Lê ev îktidar tiştek nade xelkê Êlihê. Hemû dewlemendiyên axa me didin alîgir û çeteyên xwe. Lewma ciwan û jin betal in û her roja ku diçe feqîrtir dibin. Vaye li dijî van em tên, partiya me ya Çepên Kesk tê. Mohra xwe li binê dara partiya me bidin da ku em dawî li feqîriyê, betaliyê bînin.    TIFAQA ŞER Û DIJMINATIYA KURDAN    Sedemê herî mezin ê feqîrî û hejariyê şer e. Şerê îktidarê yê AKP’ê ye. Ev tifaq polîtîkayên xwe li ser dijminatiya kurdan ava kiriye. Em ê dawî li vê dijminatiya kurdan bînin. Tifaqa AKP-MHP’ê tifaqa dijminê kurdan e. Tifaqa wan ji salên 90’î ya salên tarî tê. Wê bersiva herî xurt û baş bersiva vê tifaqê bide. Wê gelê Batmanê ruhê 40 sal berê nîşanî wan bide. Em amade ne Batman ji 5-0 re amade ye.    BI RUHÊ EDÎP SOLMAZAN   Em bi ruhê Edîp Solmazan bersiva van bidin. Em li benda 5-0 ne. Çimkî Batman cihê têkoşînê û karkeran e. Nûnertiya têkoşîn û karkeran dike. Hem li ber xwe dide, hem têidikoşe hem jî serkeftî ye. Hûnê hemû namzetên xwe bişînin Meclisê.    MOHRA XWE LÊXIN   Hûn nûnerên têkşoşîna bi rûmet in. Dema hûn çûn ser sindoqan du pûsûla hene. Yek ji bo parlamenteran yek jî ji bo serokkomariyê. Mohrek xwe li binê Partiya Çepên Kesk bidin û her pênc namzetan bijêrin. Her wiha li dijî namzetê tifaqa faşîst jî mohra xwe li binê navê Kemal Kiliçdaroglû bidin.    Em dibêjin dîsa em dîsa em. Serkeftin a gelê me ye.”   Piştî axaftinan hunermendê NÇM’ê Talat Yeşîl derket ser dikê û girseyê li ber stranên xwe coşand. Paşê mitîng bi dawî bû.