‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’ 2023-05-07 15:47:56   SÊRT – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar k udi mîtînga Sêrtê de axivî, got: “20 sal berê çîroka Erdogan li vir dest pê kir. Piştî 20 salan ev der bi birçîbûnê re rû bir û hişt. Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede.” Partiya Çepên Kesk li Qada Demokrasiyê ya Sêrtê bi beşdariya bi hezaran mîtîngek li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç, endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Serhat Bozhan û namzetên parlementeriyê yên bajêr tevlî mîtîngê bûn. Piştî ku polîsan têketina mîtîngê girtin, gelek zarok rapelikîn ser darên nêzî qadê û bi vî awayî mîtîngê temaşe kirin. KAMAÇ: KURD Ê BI XWE SIBEROJA XWE AVA BIKIN Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasi û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç, bal kişand ser rewşa Beko Ewan ê di çîroka Mem û Zînê de û got ku dê di 14’ê Gulanê de aqûbeta AKP’ê jî heman aqûbet be. Kamaç bal kişand ser qeyûmên hatine tayinkirin û got: “Sed sal in vîna kurdan neşikiyaye, ji niha û pê de jî dê neşike.” Kamaç risteya “Kes nebê kurd dimirin kurd jîn dibin” a sirûda Ey Reqîbê bibîr xistin û got ku peyama ku qada mîtîngê daye, peyama “me şer jê bikin jî, dê kurd hebin” e. Kamaç diyar kir ku Partiya Çepên Kesk bi tevahiya gelan re di siyaseta Tirkiyeyê re Rêya Sêyan vekiriye û got: “Gelê kurd dê xwedî li vîna xwe û siberoja xwe derkeve.” Piştî axaftina Kamaç namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tûncer Bakirhan axivî. BAKIRHAN: EM PERGALA ZILMÊ BIŞÎNIN Bakirhan bilêv kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de pergala zilm û diziye bişînin û bang kir ku gel di 14’ê Gulanê de dara Partiya Çepên Kesk bike desthilat. BOZAN: HEFTEYEK MA Paşê li ser navê PSK’ê Ferhat Bozan axivî. Bozan jî destnîşan kir ku Tirkiye 22 sal in di bin zilma Erdogan de ye û got: “Pir nema. Hefteyek ma. Hefteya bê rojek wekî niha em ê wî bişînin. Du hefte mane. An başî, an xirabî. Lê ez yeqîn dikim ku gel dê di 14’ê Gulanê başiyê bibijêrin û ji vê detshilatê re bibêjin oxir be.” BAŞARAN: JIN DÊ DI 14’Ê GULANÊ DE BERSIVÊ BIDIN Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û got ku tifaqa AKP-MHP’ê 22 sal in êrişê tîne ser têkoşîna jinan. Başaranê destnîşan kir kul ê ev êriş li ehr derî têkoşîna jinê xurt kiriye û got: “Lê em dizanin ku jin dê di 14’ê Gu8lanê de bersiva wan bidin.” SANCAR: HÊZ BI ME RE YE Paşê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Sancar bi erebî gele Sêrtê silav kir. Sancar bilêv kir ku detshilata heyî ebrberîbûnê dixe nava gelan û got: “Lê em dixwazin her kes azad be. Em dixwazin her kes bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijî. Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze gelan bera hev bide. Lê gele Sêrtê bersiva vê da. Em yeqîn dikin ku dê di 14’ê Gulanê de jî bersiva wan bide.”  ‘EM Ê DAWÎ LI REJÎMA YEKZILAMÎ BÎNIN’ Sancar di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilata heyî bi polîtîkayên şer welêt bir ê ve dibe û got: “Lê em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin. Hêza ku dawî li rejîma yekzilamî bîne bi me re ye. Hêza ku rêya aştî û demokrasiye veke bi me re ye.” ‘DÊ ÇRÎOKA ERDOGAN LI SÊRTÊ BIQEDE’ Sancar ku got “Dê rejîma yekzilamî biçe, dê Erdogan winda bike. Dê Partiya Çepên Kesk siberojeke ronî bîne. Çima ez dibêjim dê Sêrt dawî li rejîma yekzilamî bîne? 20 sal berê çîroka Erdogan li vir dest pê kir. Piştî 20 salan gel bi birçîbûnê re rû bir û hişt.  Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede.” Sancar di dawiyê de got ku êdî wext hatiye ku Sêrt sê parlementeran bişîne meclisê.