Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere 2023-05-07 18:37:28   NAVENDA NÛÇEYAN- Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk didomin. Namzetên partiyê li her derî bi coş tên pêşwazîkirin. Partiya Çepên Kesk ya Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gundê Qemika yê navçeya Pasûrê şahiyek li dar xist. Namzeta parlementeriyê Adalet Kaya, Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk a Amedê Hasîbe Yazdik û rêxistinên DBP û HDP’ê yên bajêr û navçeyê ji hêla şêniyên gund ve bi dilgermî hatin pêşwazîkirin. Girseyê li ber stranan govend gerand. Di şahiyê de li ser pusûleya dengan cihê Partiya Kesk hat nişandan û hat xwestin ku her kes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Şandê piştî hevdîtina li vir çû gundê Mîlikakirê. Namzeta parlemeneteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Hewarê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi şêniyên taxê re civiya. Di hevdîtinê de aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Atasoy û rêveberên HDP’ê ya Amedê jî hevdêrtî bi Akçayê re kirin. Di hevdîtinê de li ser pusûleya dengan cihê Partiya Çepên Kesk hat nişandan û banga ji bo beşdariya mîtîngê ku dê di 13’ê Gulanê de bê lidarxistin hat kirin. Di hevdîtinê de li ber stranan govend hat gerandin.   Partiya Çepên Kesk bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li buroya hilbijartinê ya navçeya Erxeniyê jî şahiyek li dar xist. Namzetên bajêr ên parlemeteriyê Sorgul Aytek, Adalet Kaya, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Hasîbe Yazdik, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de govend hat gerandin û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedan bi ser bikevin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Şahî bi stranên hunermendên herêmî bi dawî bû. COLEMÊRG Partiya Çepên Kesk li bajaroka Xirvate ya navçeya Gever a Colemêrgê jî bi beşdariya bi sedan kesî buroya pêwendîdanînê vekir. Beriya vekirina buroyê bi sedan welatî ber bi qadê ve meşiyan. Di meşê de alayên partiyê hatin bilindkirin û dirûşme hatin berzkirin. Paşe şandeya partiye çû serdana gundên Gagevran û Kerpêl ên Geverê, gundên Dêman, Meleyan, Kampa Deya, Serero, Helank û Alkeva yên Şemzînanê. ÎDIR   Li Îdirê ji çar aliyan ve ve xebatên hilbijartinê didomin. Li gelek cihan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gund, tax, bajarok û navçeyan danasîna pisûlaya hilbijartinê tê kirin û şahî tên lidarxistin. Li bajaroka Xelfelî ya Îdirê ku qeyûm tayînî şaredariya wê hatiye kirin, bi tevlibûna sedan kesan şahiyek hat lidarxistin. Şahî, rastî eleqeyeke mezin hat û vegerî mitîngek piçûk. Di şahiyê de ku bi tevlibûna namzet, endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hat lidarxistin, jin û ciwanan beşdariyeke xurt nîşan dan. Namzetan gel silav kir û gel vexwendin mitînga ku wê 9’ê gulanê li Qada Şaredariyê bê lidarxistin. Şahî piştî axaftinan bi dawî bû.